9 Eylül 2023 Cumartesi

nizanim çima

Modernîteya Dêrsimîyan (Alewîyan):
Bi êş û jana Dêrsim û dêrsimîyan diêşim, jan dide dilê min wek her dilî.
Bila hin dêrsimîyên neteweperwer û xîretkêş li min negirin, lê îroj...
bermayîyên dêrsimîyan yên ji ber gir û rika îslamîstên fahş û qirêj xwe avetine bextê kemalîstan û kemalîzmê, ji kemalîstan bêtir xwendin û modernîteya xwe xistine xizmeta tirkî û tirkîyetîyê, mixabin.
Alîperestî û Kemalperestî!
Alî pismam û zavayê Muhamed e, Kemal jî serfermandarê komkujîya dêrsimîyan e.
Bi kin û kurdîya kurmancîya me bêbawerîyan (lê bêbawerîya me, ne ku em ji kesî û tiştekî bawer nakin, tenê di rêya dil û mejî û ûjdan û bextê xwe de dimeşin)
Belê, bi kin û kurdîya kurmancîya me bêbawerîyan,
dêrsimîyên me (alewîyên me) bi hur û azad û modernbûnê pesnê xwe didin, xwe qure dikin, lê xwezî bi qasî pesnê xwe bi hurbûn û azadbûn û modernbûnê didin, me jî bi kurdîtî û kurdistanîbûnê pesnê wan bida.
Lê na...
Hurbûn û azadbûneke pînekirî, modernbûneke beloq û bawerîyeke ne kêmî mirîdîtîya îslamîstan...
Kêfa min ji xapandinê re jî nayê, ji xwexapandinê re jî;
loma jî dema mesele bû kurdî û kurdîtî, hewce ye em hemû xwe şilfîtazî bikin; çi misilman, çi alewî, çi xwedanenas/ateîst, çi jî qûnde û qûnek mûnek...

Nakokî Makokî:
Piştî Pervîn Çakarê xwe ji kurdî dûr xist, kurd bêtir nêzîkî wê bûn.
Helal be weleh! 
Xanimê sosyolojîya kurdan baş nas kirîye. Lê nerî gîyhaya hewşê tahl e, got a baş ew e ez xwe ji hewşê dûr bixim û xwe dûr xist.
Û piştî ji hewşê dûr ket jî êdî qedir jî li xwe giran kir, qîmet jî li xwe zêde kir.
Berê, mîna parsekan karê wê gilî û gazin bû, kesî guh nedidayê, lê dû re rabû xwe aciz kir û ji kurdan re got êdî jan bi serê we û zimanê we bikeve, ez hew bi zimanê we distirêm, stranan çêdikim, kurdan bêtir qedrê wê girt, qîmet danê.
Piştî fîstanê tirkî kişand ser bejn û bala xwe, wa ye li Kurdistanê dest bi rêzekonseran kirîye û bajar bi bajar digere.
Kî di me ne, li ber dilê me ew e pîroz, 
ango kî me biçûk bixe, bi çavekî kêm û biçûk li me binere, ew e mezin li ber çavê me.
Heyfa kurdî ku Pervîn û ew kurdên wek Pervînê, ji ber çûne!
De em çi bikin!
Pêşîyan belasebeb negotîye, "Zikê dê buxçik e."
Kurdî jî mîna dêyan e; baş jî jê zêde bûne, xerab jî...

Kurd û Xerîbî:
Em gundîtîya xwe, bêhişîya xwe, ehmeqîya xwe, nezanîya xwe, rebenî û belengazîya xwe bi xwe re dibin bajar û metropolan, lê tenê em tiştekî li şûna xwe ji bîr dikin; zimanê xwe!..
Û dema meriv zimanê xwe li şûna xwe ji bîr bike, bedena meriv li cîyê meriv diheriyê, tenê dibe qalikekî hundirê wî vala.
Vê sibehê Evdilayê me yê ne ji wan Abdulahan wêneyek ji min re şand. 
Li otogara Nisêbînê du zilaman tenûrek dixirpişandin begaja otobusê.
Ew ê wê tenûrê ji Nisêbînê bibin Stenbol an Îzmîr an jî bajarekî din ê Tirkîyeyê.
Lê...
Xwezî bi qasî bi ser zikê xwe de heled didin, hewl didin, bi ser ziman û xwebûna xwe de jî heled bidana/hewl bidana.
Ez dizanim, piştî pîrê bimire, li ser wê tenûra ku ew ê bibe tandir, qîz û bûkên wê yê bi tirkî nan îkramî cîranan bikin.

Gotina Dawî
Erê, 
kurd ji ser axa xwe pengiz dibin, lê li bîyanîstanan/xerîbîstanan jî zimanê wan ji devê wan dipengize.
Ew dibin bîyanî, zimanê wan jî wenda dibe bi wê sekn û helwesta wan a bêxîretî!..
Heyf!