15 Eylül 2023 Cuma

berdan û beradayî

Kurd û kurdî!
Heger Kurdistan bi gazî û hewara kurdî de neyê, piştî çend salekî din, kurd ê tenê bi zimanê bîyanîyan bibêjin, "Ez kurd im."
Û jixwe nuha rewş vê tehlîlê piştrast dike, mixabin.
Ji xêndî kurdî bi her zimanî pesnê kurdîtîyê didin, kurdên kurdkokenlî!..

Berdan!
Ev nav, bi rastî jî pir xweş li ser bejn û bala hinekan rûdine.
Berdan: Serbestbûn
Berdan: Azadkirin
Berdan: Derew û Çirandin
Û bira beradayî jî heye.
Beradayî jî ji berdanê zêde bûye û dema yek mejîyê keran dixwe û sikê xwe radike û dest bi sewterîtî û tetewetî û serserîtîyê dike, derdor jê re dibêje, "Beradayî"
Lê bêtir ez ê li ser xala sisêyan bisekinim.
Berdan ango derew û çirandin...
Te dît wek biwêj jî tê gotin:
"Berde, bin te erd e!"
Dema yek derewekê bike û yê din jî bizane derew e, ji yê derewçîn re dibêje:
"Berde, bin te erd e!"
Îja hin kesan jî navê xwe kirîye "Berdan" lê bi rastî jî tu yê bibêjî qey niqutîye dilê dê û bavên wan, Berdan pir xweş li ser bejn û bala wan rûniştîye; qey yên ji me çêtir ev kiras li wan girtîye, birîye û dirûtîye.
Nizanim.
Parlamenterê HDP/YSPyê Berdan Ozturk- Şabaş ji paşnavê wî re- dibêje, "Ji dêvla serekwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî name ji serekê Amerîkayê Joe Bîden re şandîye û alîkarî jê xwestîye, hewce bû name ji PKKyê re şandibûya û alîkarî ji PKKyê xwestibûya."
Ez ê bibêjim, ka aqil, lê jixwe aqil hebûya nav nedibû "Berdan" û paşnav jî nedibû "Ozturk"
Îja heyran!..
Berî ku hûn ê biteqînin û berdin û bi wê "Berdan"ê derdora xwe bigenînin, gotinên xwe yên ji (bê)mejîyê we dizê, bibin li bêjinga mentiqê bixin û dû re bibêjin.
Îja wek min got,
ka aqil!
Ku ew hêz û qaweta PKKyê heye, bila here serokê xwe ji nav destê dewletê xelas bike û bajarên bakur ji bin desthilatîya tirkan derxe; lê heger ne fen be, haa!..
Ji qewla pîra Neyo, digot:
"Heger ne fen e, ev çi ben e?"
Heger bin we paqij bûya, nuha ji zû de tirk û ereb û farisan Qendîl bi ser serê we de xera kiribû.

Yên ji me çêtir ango pîrebok!
Min got, "Keskokê, tu çi dikî?"
Kenîya...
Got, "Mêvan hene!.."
Jan bi serê mêvanan bikeve! Me jî tam xwe li ber hev xweş kiribû; lîbîdoyên me bi dîwaran ve radipelikîn.
Axir, min got, "Min mêvan fêhm kir, lê kenê te..."
Dîsa kenîya û got, "Kuro, zilam keçika xwe anîye, dibêje yên ji me çêtir ketine pêxîla wê, dev jê naqerin. Ez hatim wê rê şêx bidim. Belkî li ber destê şêx baş bibe; ew ên ji me çêtir belaya xwe jê bikin."
Vê carê ez kenîyam...
Min got, "Ji apê xwe re bibêje hevalekî min heye, li pêş çavên zarokên nexweş dine şêxan, ew zarokên nexweş wek nuh ji dawa dêya xwe bikevin, sipîsaxlem dibin."
Îja em bi hev re kenîyan!..

Yilmaz Guney!
Gunê wî li pişta quzê gelek jinan ket, zemanekî...
Û îroj zarok û nevîyên wan jinan rabûne gilî û gazinan dikin û bi çavê serserîtî lê dinerin.
Îja heqê me ye ango em heq dikin van lome û çêr û heqaretan.
Bi salan Yilmaz Guney ji sînemaya van toltahjîyan re xizmet kir, loma jî ez heqê xwe lê helal nakim; 
lê...
Serserî be jî serserîyê me ye û neynûka wî ya avêtinê nadim bi we û silaleya we- jixwe silaleya we jî tune ye, hûn hemû pîç mîç in.
Piştî berê xwe da Ewrûpayê li xwe hayîl bû, lê dîsa şaş meşîya û bi zimanê tirkan fîlmekî din jî girt û xist xizmeta sînemaya tirkî, çendî fîlmê wî mîna hin fîlmên wî yên din bi naverok qala jîyîna kurdan dikir jî...
Erê, wek sîyasetvanên bakur bi tirkî agir ji devê wî diçû, lê têrê nake.
Loma jî, tu carî min bi çavê sînemagerekî kurd li Yilmaz Guney nenerî; mîna Yaşar Kemal, Cemal Sureyya, Ahmet Arîf û hwd...

Gotina Dawî
Heta hûn di navbera xwe û tirkan de bi kurdî dîwarekî lê nekin, hemû hewldanên we tenê mîna masturbasyonekê pûç û vala ne!..