26 Eylül 2023 Salı

kek û heval

Kek!
Lê ne keka ku em li ber çay û leymûnatê dixwin, haa. 
Ev kek kekeke ecêb e; wezîfeya pîneyê dibîne. Ango ev pîne pîneyeke werê ye, qebhet û sosret û ecêb û kêmasîyan vedişêre.
Îja çi?
Ka bise, ez pê de têm.
Wek çawa apocîyan peyva "heval" li ber çavê me reş kirîye; ev serxwebûnxwazên bakur jî êdî dil û mahdê me ji kekê û kekan xelandin, dixelînin. 
Û jixwe em ne li welêt in jî ku em rabin ji eks û qehra kekê ji xwe re kulîçeyan çêkin û bixwin.
Erê...
Li bakurê welatê min, çi apocî çi dijapocî, dema bi tirkî bi hev re dipeyivin, bi gotineke kurdî yan jî bi du gotinên kurdî xwe û hev diseyinînin û hewl didin ji derdora xwe re bibêjin, binerin, erê em bi tirkî dipeyivin/dinivîsînin, lê em kurd in, haa!
Wey tîtt, 
ji qewla Salih Bezoyê eyarfiroş!..
Min got:
Serê peyva apocîyan binê peyva apocîyan "heval" e û serê peyva dijapocîyan binê peyva dijapocîyan jî "kek" e.
De were safî bike!
Bi kin û kurdîya kurmancî,
her du alî ji kurdî û kurdîtîya hev aciz in, lê kurdî jî ji her du alîyan aciz e, mixabin.

Gotina Dawî
Heval, hela ji kerema xwe re ji kek Remezan re bibêje, bila di meha remezanê de dilê hevalên bawermend nehêle û her roj berî fitaran ji wan re hinek "kek" deyne ser sifreyê...