Min got:
-Reşo, ez reş im an tu reş î?
Got:
-Tu ji min reştir î!
Bi haweyekî qerfok kenîyam.
Min got:
-De here qûna xwe li avê bixe, lo! Îja tu ji min reştir î!..
Got:
-Erê, ez reş im, lê ez ji her kesî xuya me. Ka tu? Tu bi xwe jî xwe nabînî, lo belengazo!
Min devê xwe xwar kir û lêvên xwe qermiçandin.
Min got:
-Çawa?
Vê carê jî ew bi haweyekî qerfok kenîya.
Got:
-Ka zimanê te? Ka nasnameya te? Ka statuya te? Kaa?
Min kejika stuyê xwe xwirand û revî revî revîyam!..
Gotina Dawî
Got gurîyo navê min li te, kumê min li serê te.