18 Eylül 2023 Pazartesi

aqil taca zêrîn e lê zêr jî li cem teres û qeşmeran dilîrîne

Nexweşî û Dua:
Yekî çûyin/mirin xistibe serê xwe, êdî bi dua muayan ji biryara xwe venagere;
loma jî...
dev ji xwe jî, dev ji me jî berdin û li ser medyaya sosyal dernekevin parsekîya duayan!..
Bavê min pir nexweş e, jê re dua bikin!
Me dêya min bi lezûbez bir nexweşxaneyê, jê re dua bikin!
Pîrka min/kalkê min/apê min/xalê min/metka min/xaltîka min li ber sekratê ye, duayên xwe jê kêm nekin!
Doxîna bavê min sist e lê hew lê radibe, ji kerema xwe re jê(r) re duabikin!
De îja pirê ji van kesan jî, bi hevîrtirşê zanistê hatine sitirandin ango xwende ne.
Ez ê bibêjim Xweda aqilekî bide we, lê mejî bûbe meyîr di serî de, rebenê aqil ê jî bifetise!
Û ji bîr nekin, heger hat û kîrê Ezraîl rep bû, kes nikare xwe li ber bigire.
SedeqellahulEZîm!

Menuyên bi kurdî:
Xwedê giravî ango qaşo, dibêjin, li başûrê Kurdistanê, li ser biryareke xweş li hev kirine, lê hêvî dikim ev biryar ê tenê di gotinê de nemîne û derkeve ser pratîkê jî.
Çi ye ev biyar?
Ji nuha pê de ferz û mecbûrîyeta menuyên bi kurdî...
Bi kin û kurdîya kurmancî- ne bi soranî û badînkî- rêvebirên başûr ê êdî bikaranîna menuya bi kurdî li cafe û restoranta ferz bikin, ne sunet, lê ji ber kurd muhamedî ne, ez dibêjim, wek her car dîsa sunet ê zora ferz ê bibe.
Ji qewla Evdirhîmê Dîn,
"Xweş xeber e, lê pê ne bawer im!"

Fantezî û Nîyhandin:
Di hundirê tuwaleta balafirê/teyarê de jin û mêrek dinin hev, piştî karê xwe diqedînin û ji tuwaletê derdikevin, rêwîyên din yên balafirê bi coş û kêf û çepik û lîrelîr û halanan wan pêşwazî din.
Min got,
Ji ber vê, em û ewrûpî yê tu carî negihêjin hev û nebin yek.
Mesele zîhnîyet e û mixabin hevîrtirşê zîhnîyeta me genî ye.
Genî?
Fikrên me genî ne...
Bawerîyên me genî ne...
Civaka em tê de mezin dibin, genî ye...
Mele û mamosteyên me genî ne...
Bi kin û kurdîya kurmancî, 
genetîka axa em li ser dijîn êdî genî ye!
Haa!
Şaş fêhm nekin; 
ne ku ez dibêjim li jêr, li jor hema we li ku hevdu zevt kir, birepînin hevdu, na, lê hin tiştan jî di serê xwe de zêde mezin û asê nekin.
Zeman diherike û em hemû ji kulmek orgazm çêbûne.

Pûtin çi dibêje?
Dibêje ji wê xewa perîşan şîyar bibin û bes xwe û derdora xwe bixapînin.
"Serekek dihere, serekek tê ango di vê çerxa felekê de nav û paşnav diguherin, lê sîyaset her wek xwe dimîne.
Dema yek ango serekek tê hilbijartin, mîna min yekî bi bedlekî rengtarî, bawula wî di dest de tê, ji wî re ev kar çawa tê kirin/çawa dimeşe tê gotin û li ser vê zanîn/zîhnîyet/sîyasetê çerx dizîvire."
Ango dixwaze bibêje, li seranserê dinyayê ev kar weha ye, weha dimeşe. Li welatên pêşketî û xurt aqilê dewletê heye, ev aqil ne bi yekî çêbûye, ne jî bi yekî dimire; bi hezaran sal e ev aqil heye.
Loma jî çi çep çi rast, çi oldar çi lîberal, dema hûn yekî hildibijêrin, hûn xwe didin benda guherînan, lê heger ew "aqil" bixwaze an destûrê bide, guherîn çêdibin.
Loma jî, 
heger hûn AKPyê ji ser textê desthilatîyê deynin, li şûna AKPyê hûn CHPyê deynin ser wî textê desthilatîyê jî, bi qasî ew aqilê mezin destûrê bide, CHP dikare guherînan çêke...
Her weha di şûna AKP û CHPyê de hûn MHP û HDPyê jî deynin ser wî textê desthilatîyê, heger ew aqil destûrê nede, ew nikarin guherînan çêkin.
Bi kin û kurdîya kurmancî, 
heger guherîn ê di xizmeta dewletê de be, diguhere!..
Ji ber vê jî...
Hoo sîyasetvan û partîzanên "kurd"!
Enerjî û keda vî qewmê belengaz di rêya demokrasîyeke beradayî de xerc nekin!

Gotina Dawî
Di nav teyran de tenê qijalk serî li ber qertelan radikin û dibezin qertelan, êrişî wan dikin, lê qertel hîç hesabê wan nakin; bi haweyekî stratejîk wan bi xwe re difirînin qonaxa herî dawî ya asîman û li wir jî ji ber ku oksîjen kêm e, qijalk diperpitin û serserkî noqî erdê dibin.
Kurdino!
Xwendin û zanînê, ilm û zanist û guherînê bikin bask (oksîjen) û bi wan baskan bilind bifirin, bibin xwe û bi wê xwebûn û zanînê dijminên xwe pûç bikin; 
jixwe IQya dijminên we têrê nake bi we re bilind bifirin, loma jî piştî demekê bi xweber hûn ê bimînin li jor, ew ê jî her li jêr bimînin, bibin xulamên we.

Gotina Herî Dawî
Aqil taca zêrîn e, lê zêr jî li cem teres û qeşmeran dilîrîne!..