20 Temmuz 2023 Perşembe

masturbasyon û orgazm

Li ser meseleyê, Osman Taşdemîr ê parêzer, ji bo hedepeyî fêhm bikin, Osman Taşdemîrê abûkat, heger ne ji Başak Demîrtaşê re, ji keç an ji jineke kurd a ne li ber çavan re ev gotin bikira, wek nuha li erd û ezmên ketîye rojevê, ew ê dîsa bi vê xezebê têketa rojevê û yên ji bo Başak xanimê gefan lê dixwin jî ew ê ji bo wê keç an jina ne li ber çavan bi heman hesasîyetê biajotana ser Osmên?
Ne bawer im.
Osman, bi hîs û hestên populîst û bi haweyekî stratejîk tev digere, xwe dike fenomen û bû jî;
kesên gefan li Osmên dixwin û fortan lê dikin jî, durû û sextekar in.
Bi hezaran bûyerên ji vê bûyerê qirêjtir û bêehlaqtir qewimîne, lê bi vê xezebê bertek û reaksîyon çênebûye.
Heqê Osmên tune ye zimandirêjîya jinekê bike, lê jina Selahattîn Demîrtaş û jina Abdullah Ocalan û nizanim kê û kê jî ji jin û keç û dêyên kesî ne pîroztir in.
Ne bi agirê Osmên kurdên neteweperest bişewitînin, ne jî ji bo bêehleqîya Osmên, Osmên bikin hedef û jîyana wî têxin nav rîsk û xetere û tehlûkeyê.
Bi kin û kurdîya kurmancî,
her roj li ser axa we, li pêş çavên we dagirker dest diavêjin namûsa we; ne dêyên we dihêlin, ne keçên we dihêlin, ne jî jinên we, lê zimanê we nagere û hûn ranabin du gotinan nakin.
Hûn radibin rûdinin serî li xwe û hev mezin dikin, bi hev re dikevin qayîşa quretîyan û pesnê zimanê xwe didin, dibêjin, "Ziman xîret e, ziman namûs e, ziman man û neman e" lê bi salan e dagirkerên we ne xîret bi we re hiştîye, ne namûs bi we re hiştîye, ne jî man û nemana we maye, refleksên we yên mêranî û mêrxasîyê we bi we nahisîne.
Hûn durû ne û hew!

Gotina Dawî
Neteweperestîya kurd bi tirkî yan bi erebî û farisî nabe; neteweperestîya kurd bi kurdî ye. Tu bîst û çar seetan, sî rojî, sêsed û şêst û pênc rojan ranekevî û li ser hev bi tirkî/erebî/farisî bibêjî:
"Ez kurd im, ez kurd im, ez kurd im..." jî, 
tu nabî neteweperestekî kurd,
loma jî,
nexapin, nexapînin.
Neteweperestî, bi hezkirina zimanê wê neteweyê dest pê dike û bi xwedîlêderketina nirx û hêjayîyên wê neteweyê fireh dibe.

Gotina Herî Dawî
Bi masturbasyonên xwe yên populîst û qeşmerane pêşîyê li orgazma me negirin.
Û orgazm jî, 
serxwebûn û azadî bi xwe ye!..