18 Temmuz 2023 Salı

dûrketina ji zimên dûrketina ji ehlaq e jî her weha

Pervîn Çakar bi ser ket,
mixabin!
Ciwanikê bi stratejîyeke apoyîyane ewil xwe li ber dilê kurdan şêrîn kir, xwe kir hunermendeke kurd, 
dû re bi propagandayeke jîrane xwe di rojevê de hişt, bû fenomen û ket pey danasîn û reklama xwe, 
herî dawî jî, ji bo tenê xwe bi kurdî sînordar neke û wek her kurdê ku kurdî ji xwe re kirîye kirasekî ji êgir û pê şewitîye/dişewite, ew jî neşewite û her weha wê kurdîtîyê jî têxe xizmeta ego, berjewendî û populîzma xwe, bi zîhnîyeteke oportunîstane kesên wek xwe oportunîst, berjewendperest, konformîst, durû û margîse/bûkalemûn jî ji xwe re kirin pişt û piştevan û dest bi gilî û gazinan kir û dike!..
Û wer xuya ye bi ser jî dikeve.
Êdî dilê min dixelîne, mahdê min li hev dixe, ev jin.
Nuha jî li xwe û li resenîya xwe vegerîyaye û li ser medyaya sosyal bi wê tirkîya xwe ya kubar ku tu carî kurdî bi wê kubarî û hîsîyate bi kar neanî, gilî û gazinên xwe bi hevrê û hevalên xwe yên tirkîyeyî û enternasyonalîst re par ve dike.
Hevrê û enternasyonalîstên xwelîser ên tu carî zimanê tirkî bi agirê tirkan neşewitandîye û ji xwe re nekirîye dijmin û bi çavê dagirkerî li tirkî nenerîne jî, mîna wê, ew jî bi zîhnîyeteke oportunîst û qûnalêsane piştgirîya wê dikin. 
Pervîn Çakar hêdî hêdî, gav bi gav digihêje miradê xwe; 
êdî kurdên (xwene)naskirî yên ji mêj de bi ber bayê asîmilasyonê ve ketine jî bi wê tirkîya ne tenê tirk, her weha kurd jî ji tirkan baştir bi kar tînin û lê xwedî derdikevin, li gilî û gazinên Pervînê xwedî derdikevin û ew jî ji vê populîzm û berjewendperestîya Pervînê re dibin per û bask.
Bêguman, ew kesên destek û piştgirîyê didin gilî, gazî û hewara Pervînê, bi qasî Perwînê ew bi xwe jî populîst û berjewendperest in,
lewra navê Pervînê li ber navê xwe dinivîsînin; him cîyê xwe li cem Pervînê çêdikin, xweş dikin, 
him jî bi xêra Pervînê ew jî bi ser zimanan dikevin û sînorên populerîya wan firehtir dibe. 
Lê ez vê jî dizanim, 
ne ez (em) ev vîrus ê bi ser kevin; wek her car û wek her tim.
lewra bi stratejîyeke baqilane lê têra xwe zexel û kone, civak jî kirin wek xwe 
û jixwe civak jî ji kesên wek xwe hez dike, mixabin.
Lê vê jî ji bîr nekin!
Min ne li ber Xweda û pêxember û olên wan serî tewandîye, ne jî li ber serok û rêber û îdeolojîyên wan.
Hay ji qûnên xwe hebin, ez ê her qûnên we bidim tavê!..

Şaredarîya Mêrdînê!
Berê bi tirkî, dû re jî bi kurdî(!) li ser otogarê weha hatîye nivîsandin:
"Otogara Navbajariya Mêrdînê"
Merheba kurd û kurdîtî!
Nuha hûn ê bibêjin ji ber ew "ya" ji "navbajarî" yê cuda nehatîye nivîsandin, te dinya xera kir.
Erê, ji bo wê "ya"ya cuda nehatîye nivîsandin, divê meriv dinyayê jî xera bike û agir jî berde wê kurdîtîya sexte û zexel.
Ew "ya" nîşaneya bêxemîyê ye.
Ew "ya" nîşaneya nefedîkirin û neşermkirina ji ber xwe ye.
Ew "ya" nîşaneya zîhnîyet û binhiş û hişmendîyeke nekurd e.
Ew "ya" qîmetnedayîna kurdî ye û biçûkdîtina zimên e.
Ew "ya" nîşaneya xizmeteke pûştane û teresane ye ku roj bi roj em dibînin bê ziman di civakê de di çi rewşê de ye û civak ê çawa ji zimanê wê dûr û bîyanî dixin.
Ez ê bibêjim xwelî li serê we be, lê jixwe her sal hûn diherin xwelîya Amarayê li serê xwe dikin!..

Vegan Kafe!
Li Mêrdînê bêhemdî em derbasî kafeyekê bûn. Piştî me çend sikakên teng li hev qurifandin û ba dan, hêdî hêdî birçîbûnê xwe bi me da hîskirin û nigên me em ber bi wê kafeyê ve birin.
Merheba kafe!
Temîya min li we, ku bêhemdî jî hûn çûn ber derîyê wê kafeyê, we çawa tabelaya wê dît, solên xwe ji pê bikin, li xwe bizîvirin û li paş xwe nenerin, bi çargavî birevin; nesekinin heta hûn xwe digihînin Îstesyonê û Qezê.
Na xwarin xwarin bû, ne jî xizmet xizmet; lê divê ez neheqîyê nekim û bextê xwe neavêjim, tenê meyîra wan xweş bû.
Birincek danîn ber me, ez dibêjim ew birinc birinca sê roj berê bû. Te dicût nedicût ne dimehîya û ne jî diçû xwarê.
Bi telaqên wan mêrên Mêrdînê yên berê bi heqê xwe zilam li pişta xwe dikirin û wezîfeya tirimbêlan didîtin, te ew birinc danîya ber çûk û çivîk û mirîşkan, wan ê jî nexwara. 
Uroqên şewitî, tenê tahm û ekla qemirîneke tahl dida devê meriv.
De îja xizmetkarê me jî mêrdînîyekî asîmlebûyî bû. Dema dipeyivî, hemû devokên kurdî li bin guhên hev dixistin, te nedizanî bê ji dawa kê ketîye.
Û jixwe jibîrkirina zimanê xwe û bidûrketina ji nirx û kultura xwe, nişaneya xwelîserî û bêkarakterîyê ye. 
Yekî bi ziman û nirx û kultura xwe re xayîn be, divê meriv rica rastbûn û duristbûnê jê neke.
Îja ne sûcê wan e, sûcê me ye, heyra,
lewra çawa dema dest bi axaftinê kir, hewce bû em ji wir derketibûna.

Gotina Dawî
Yekî bi zaneyî ji zimanê xwe dûr bikeve, ew kes dikare îxanetê bi her kesî û her tiştî re bike, lewra ruhê oportunîst her tim li pey berjewendîyê ye.
Û konfor mala meriv xera dike, heger bi hinekan bê...