2 Temmuz 2023 Pazar

bêderfetî

Carinan meriv li ber hin projeyên nîvcomayî dikeve.
ZÎTOK!
Erê, kovara Zîtokê jî yek ji wan projeyên nîvcomayî ye.
Bi mehan ez û Agirî Soran li ser xebitîm. Me nav lê kir, me logoya wê çêkir, ji bo naverok û mîzanpajê bi rojan, bi hefteyan, bi mehan me serî li xwe teqand, bi karîkaturîst û nivîskaran re em peyivîn, li ser terz û şêwazê me li hev kir; ez çûm Almanyaya xopan, çend rojan li wir jî ji bo wê em bi dost û nasan re rûniştin, bi hev şêwirîn û...
mixabin em bi ser neketin.
Sedem?
Ji bo pênc şeş mehan, heta xwe bi xwe, xwe fînanse bike, 10-15 hezar dolar hewce bû, lê mixabin ew 10-15 hezar dolarên ku hin ciwamêrên me yên dewlemend ên dema mijar dibe kurdîtî, xwe ji her kesî kurdperwertir dibînin û dikarin di şevekê de li ser sîng û berên jinekê li zik û binzikên xwe xerc bikin, bi sî û starê me neketin.
De îja, wextê peyv tê peyvê û mijar dibe kurd û kurdî û Kurdistan jî, dest megalomanî û quretîyan dikin, xwe li ser serê xelkê dikin, kurdperwerên herî biesl û fesl.
Ji qewla me mêrdînîyan:
We quzê wê xwaro!

Wê rojê ez bi hevalekî xwe re dipeyivîm. Ya rast, bavê wî rehmet kiribû, ji bo sersaxîyê min telefonî wî kiribû...
Ew jî ji cem me ye, mêrdînî ye. 
Li Bakirkoya Stenbolê di nexweşxaneyekê de doktor e.
Got, "Devliken, ez çûm çav li rewşa Qoserê ketim, ji mirina bavê xwe bêtir ez li ber mirina kurdî ketim. Nevîyên dêya min bi dêya min re bi tirkî dipeyivîn û dêya min a reben mîna ker û lalan tenê ji xwe re li wan dinerî. Min li dêya xwe nerî, min li wan zarokan nerî, dil li min pûç bû. Min got, 'Yadê! Ma çima tu ji xwe re namirî?' Dêya min li min nerî, min jî li wê, deng jê derneket, tenê çav lê tije bûn û bi haweyekî stuxwar hêsirên xwe bera hundirê xwe dan!..

Got:
-Li Mêrdînê jî bi roj gera li derve êşkence ye, zilm e. Di kelekela wê germê de meriv ji ber ruhê xwe aciz e.
Û keserek kişand ji kûrayîya kezebê. Bi qasî danûstendina du bêhnan bêdengî çêbû. 
Min got:
-Hundirê xênî yê jî ne kêmî derve be!..
Wek ku li ber neket.
Min got:
-Li hundirê xênî de jî di nav lepên min de nefes ê li te biçike 
û ew ê bibe nalenala te di bin min de; 
xwê û xwêdan ê di ser serê te re biavêje. Germaya min ê bibe gulokek agir û te bişewitîne.
Min texmîn kir arezû û şehweta wê kêlîyê bû xwir û li ser laş û bedena wê gerîya mîna morîyekê...
Got:
-Ez şewata te nadim bi rehma Xwedê. Min bişewitîne bi bêrehmîya xwe!..

Gotina Dawî
Ax, ne ji wê hêza pereyan bûya...