Îroj wek her car Evdilayê ne Abdullah silavek da min û li ser xwelîserî û bêhişî û ehmeqî û belengazîya xwe em peyivîn.
Peyvek ji vir, peyvek ji wir, peyvek ji derê han, mijar hat ser helbestê û kenîya.
Got, "Seyda, te dî nizanim tê bîra te, carekê te helbestek nivîsandibû û te ew xwendibû. Helbestek weha tevlihev û kaotîk bû; te qala gelek tiştan dikir, lê te qala tiştekî jî nedikir. Bi haweyekî qerfî te metaforin ecêb û sosret bi kar anîbûn. Bi telaq ew helwest û helbesta te şoreşek bû"
Û kenîya...
Min got, "Ya Evdilayê ne ji mirîdên Abdullah, de bi şeref ez ê îşev ji bo xatirê te zorê bidim xwe helbesteke mîna wê helbestê binivîsînim."
Kêfa wî hat û kêfa wî kêfa min anî.
Û nuha jî ji kêfa wan kêfan ez ê bi kêfxweşî dîsa kêfa wî bînim û helbestê binivîsînim.
Fermo...
dema min kevçî li binê mesafa tûtyayê dixist û ji binê mesefê şotika wî rûnî diherikî nav wê birincê.
Hebhebî li ser rîha min belav dibûn ew hebên birinca qerejdaxî
û govenda qerejdaxîyan digerîya li ser wan kevirên rêş ên urfayîyan li orta sûkê pê serî li hev dikirin firingî û bacanên reş.
"Erê yadê, ez mirim ji eşqa jina qereçî" distira dengbêjekî diranketî yê pozhevîrî
û ji nav diranên wî dipekîya tif û xwezî,
belav dibû li ser rûyê Hecî Xelefê Xursî.
Ax ax Hecî Xelefê Xursî, ax!
Hew Xweda dizane bê te li nav wan bax û bexçe û bostanan şeqên çend jinan li nava xwe gerandin û li ser sîng û berên wan fîkand bi terz û şêwaz û meqamê qesîdeyeke erebî,
bi haweyekî bêderpî...
Û xursî xwedîyê xîyarê çelmisî, ne dixwe ne dide kesî, dide kerê ker pê difetisî.
Gotina Dawî
Di navbera hecîyekî û şeytên de fîstanekî tenik ê spî heye û hew.