De îja bi wê tirkîya xwe ya beradayî jî xwe him bajarî, him jî komîk dibînin.
Lê hewce ye meriv destê xwe deyne ser ûjdanê xwe û bextê xwe neavêje; erê, bi qasî pîvazekê xêr û fêdeya wan li kurdî nabe, lê tirkî jî dilewitînin.
Teresên nezan!
Efes, navê bajarekî antîk/kevnare yê Yewnanîstanê ye.
De jîa...
Tirkan navê tîma xwe ya basketbolê kiriye Anadolû Efes e, lê Efes her weha navê markayeke bîrayê ye jî.
Wek min berê jî gotîye, tirk tirek e û bê hemd ji ber Xwedê çûye?
Ji ber ku IQya van teresan nare qûna mirîşkekê, navê Efesê tenê wek markayeke bîrayê di hişê wan de maye.
Derdê kesî ne netewe û netewebûn e, ne jî xema kesî kurd û kurdî û Kurdistan e; her kes li pey berjewendîyên xwe ye.
Li ser medyaya sosyal, bala min lê ye, çi apoîst çi barzanîîst, çi dîndar çi ne dîndar hemû li pey populîzmê ne.
Kulmek populîzm ji hemû axa Kurdistanê buhatir e.
Feylesofê berî dema xwe, rêzdar Meheme Ocalan dibêje, "Heger derîyê Îmralîyê venebe, mesele û pirsgirêk û problemên rojhilata navîn ê çareser nebin."
Meheme kurdekî pak û paqij xuya dikir, heta berî têkeve nav sîyaseta van sîyasetnezanan, lê sîyasetê ev reben jî ji dilqê însanetîyê derxist, mixabin.
Mîna çêleka ku li mazatê kî ber bi wê ve biçûya, berî ew devê wê vekin, wê bi xwe devê xwe vedikir û diranê xwe rê wan dida, rebenê Meheme jî êdî dema çav li kamerayan dikeve, wek şeple pê keve, berî nûçegîhan/muxabîr tiştekî bipirse, xwe bi xwe dest bi feylesofîyê dike û felsefeya hîn ji alîyê tu feylesofan ve nehatîye nivîsandin, dibe qebeqeba wî, li ber çavan radixe her tiştî.
Li ser bextê wî be, dibêje heger ne ji birayê min be, rojhilata navîn ê bi ser xwe ve neyê.
De îja...
Rojhilata navîn a ku her ji deh rojan pêxemberek lê zêde dibû û kes nizane bê hejmara pêxemberan çi qas e, mesele û problem û pirsgirêkên rojhilata navîn çareser nekirin, serokê sererd û binerd ê rabe çareser bike.
Belî nabe.
Belkî jî wek Meheme dibêje, şîfreyên formula çareserîyê li Îmralîyê veşartî ne, lê...
Heger birayê wî bi xwe jî ji wan şîfreyan ne şîfreyek be!..
Gotina Dawî
Ya Rebî, tu çêkî û hew!