Piştî vê nîqaşê, apocîyan jî xwe dan ser hev û li kuçe û kolanên Stokolmê dest bi meş û çalakî û tevlihevîyan kirin.
Lê rêvebirên ewrûpî nabêjin,
"Kuro, ma hûn çi dibêjin? Dewleta we ya kûr PKK ava kir da bi rêya vê rêxistinê him hûn kurdan pûç û qels bikin, him jî di bin atmosfereke kaotîk û şolî de hûn kar û tucaretîya xwe ya qirêj bikin."
Baş e..
Em bibêjin we ev tişt bîr nebir, ma hûn nikarin têkilî û hevalbendîya wan û daîşê jî kifş bikin?
Lê nizanim ji nezanîya van dewletan e yan ji ehmeqîya wan e, Şeytan tû wechê rêvebirekî wan nake, ranabe nabêje,
"Ya ya teresino! Hûn çi dibêjin? Kifş û eşkere bû we destek û piştgirî dida daîşê. Şervanên daîşê li binxetê kurd dikuştin, li serxetê anku li cem we jî tedawî dibûn, xwe rehet dikirin."
Û ev hemû tişt li ber çavê dinyayê qewimîn, lê ka aqil!