20 Mayıs 2022 Cuma

gotinên heram

Sîstema Tirkîyeyê bi her haweyî Tirkîye birîye li sifirê sekinandîye, lê hîn jî wek her tişt normal e, her kes li benda rehma Xwedê ye.
Jixwe Xwedê jî daye nav, êdî hiş û zanîna wî hêdî hêdî li hemberî teknolojîyê têk dihere; ji çar demsalan em ber bi du demsalan ve diherin.
Ji demsalan ez ji havînê hez dikim, çendî germa zêde hebe jî.
Şortek an kaprîyek û fanêreyekî pîqut an jî tîşortek...
Di rewşên weha de kes ji mêran re nake qebhet ka di bin wî şortî yan kaprîyî de boxser li xwe kirîye yan nekirîye, lê jinên bê memikdank digerin, li ser zimanan dibin sosret.
Sosret!
Çi sosret e û çi ne sosret e, vî zemanî!..
Sosreta herî mezin ew e ku
hêdî hêdî ber bi xweasîmilekirinê ve gavavêtin e; ev gavavêtin jî ji milkê dil e.
Gavavêtin!
Di sîyaseta kurdan de kurd, du gavan pêş ve, sê gavan paş ve diavêjin.
Û ji vê bêkêrîyê re jî dibêjin taktîk, mixabin.
Taktîk!
Hingî we got taktîk taktîk, hindik maye hebûn û nebûna me bibe taktîk.
Û hebûn û nebûn!
Heger tu bi ziman bî, tu heyî; na, heger tu bê ziman bî, tu tune yî.

Gotina Dawî
Teknolojî yê me bikuje yan bi teknolojîyê em ê ji nû ve biafirin, Xweda dizane!
Gelo?
Xweda û teknolojî!
Xweda, teknolojî bi xwe ye; 
yan em ê bi zimanê wê tev bigerin,
yan jî bi zimanê wê em ê heta hetayê li xwe bigerin...