12 Mayıs 2022 Perşembe

nameya selo başqan

-Hoo, Xalo!
-Kerem bike, berxê Xalo!
-Bîska din min li nûçeyên êvarî guhdarî dikir...
-Êê!
-Digot, Selo başqan ji Edîrneyê nameyek şandîye Dîyarbekirê. Tam dikira li ser naveroka nameyê bipeyivîya, janpêketa ceryanê çû! Min meraq kir weleh. Min got nuha hayê te jê heye; ma ji hemû aqilmendan re şandîye, tu jî aqilmendekî me yî; qey nuha hesabê te jî kiriye...
-Teww! Weyla te xwelîya Edîrneyê li ser min kiro! Nameya ku gîhaştîye Dîyarbekirê, berî hayê dîyarbekirîyan jê çêbibe, nuha li Enqereyê û li derdora Enqereyê deng û olan daye.
-Yaw Xalo, tew ev teorîyên te yên komployî! Ez dibêjim çi, tembûra min li çi dixe!
-Kuro, hey xwelî li sero! Ku Enqere bibêje temam, ji bavê dîyarbekirîyan zêde ye bibêjin na, ne temam; jixwe ji doh de razî ne. 
-Yanî çi?
-Yanî qula çavê te! Hey pozkutilk! Selo başqan bi haweyekî fisgenîtî li ser navê Dîyarbekirê qûnalêsîya tirkan dike û ji tirkan re dibêje, hûn çi navî li me dikin bikin, em birayên we ne. Û çimentoya biratîyê jî, xerca biratîyê jî, mezeloqa biratîyê jî tirkîtî ye, tirkîyetî ye û destûrê bidin me, em ê ji we û sed û yek bavên we bêtir xizmetê ji we û dewleta we re bikin.
-Serê min tevlihev bû, Xal. Ka ez herim anitqebîrê bayekî ji ber xwe berdim.
-De hereee! Pif ke zirnê û berde erdê, berxê Xalo!

Gotina Dawî
Li bazara welatê min, xîret ji bexdûnisê erzantir bûye, mixabin!