5 Mayıs 2022 Perşembe

qebhet qebhetan venaşêre

Ev du roj in em li ser qebheta wê qebhetpêdehatîyê dipeyivin; ew mamosteya dêlegur!..
Lê bi min, 
qebheta şaredarîyê ji qebheta wê qebhetpêdehatîyê mestir e.
Çima?
Berê jî bi dehan caran min gotîye, 
tirk tirk e; 
çi jin çi mêr, 
çi xwende çi nexwende, 
çi çepgir çi rastgir, 
çi komunîst çi netewperest, 
çi xwedanenas çi dîndar...
dema mijar dibe kurd û kurdîtî, hemû li ser xeta faşîzmê digihêjin hev û wek hev dinerin, wek hev tev digerin; 
kurd/kurdîtî ji bo wan xeta sor e!
Lê ew kurdên bi îdeolojîyên beradayî gêj û sewsî bûne!
Li ser tabelaya berî meriv têkeve bajêr weha hatîye nivîsandin:
"Hûn bixêr hatin!"
Ji dêvla "bi xêr" "bixêr" hatîye nivîsandin.
Hûn dikarin bibêjin, de tu jî ji bo peyvekê agir bi pirêzeyê nexe!
Mesele ne şaşnivîsandina peyvekê ye; mesele zîhnîyet bi xwe ye 
û ev zîhnîyet jî bi qasî misqalekê qîmetê nade kurdî û kurdîtîyê.
Heger qîmet bidana kurdî û kurdîtîyê, bi hezaran kurdên xwende yên bi xwendin û nivîsandina kurdî baş dizanin hene, ew ê biçûna ji wan bixwestana...
Yan jî, 
li ser medyaya sosyal tenê bi daxuyanîxwazekê di nava nîvseetê de sed kesî yê ji bo alîkarîyê ji wan re binivîsanda.
Lê...
wextê zîhnîyet xerab be, fahşîtî jî bi wan normal tê.
Loma,
qebheta şaredarîyê ji qebheta wê dêlegurê mestir e, heger meriv kûr lê binere...

Reîs li dijî konsepta tirkîyetîyê ye.
Bala xwe bidinê, yên Reîs li dijî wan e hemû tirkîyetîyê diparêzin.
Kiliçdaroglû, tirkîyetîyê diparêze...
Akşener, tirkîyetîyê diparêze...
Babacan, tirkîyetîyê diparêze...
Davûtoglû, tirkîyetîyê diparêze...
Karamollaoglû, tirkîyetîyê diparêze...
HDP, tirkîyetîyê diparêze...
Û tirkîyetî jî, hewl dide kurdan ji kurdî û kurdîtîyê dûr bixe, wan di nav sîstema tirkperest de bimehîne.
Loma jî hewce ye em bibêjin,
Bijî Reîs!

Gotina Dawî
Ne ji yên xwe kifş û eşkere dikin, ji yên bi fisgenîtî tev digerin, bitirsin!