Ka şîfreyên di vî navî de veşartî çi ne, nizanim lê heta nuha bi navê Evdila ez hîn li yekî hedayet anku ne faziq rast nehatime.
Çi dîndar, çi politîk, çi ji rêze...
Borîyên tuwalet û lawaboya Hecî Simaîl dixetimin.
Hecî Simaîl ji gunekî berîya Mêrdînê ye.
Radibe dişîne pey hoste.
Piştî seetekê du seetan hoste û şagirtê xwe tên.
Navê hoste jî Evdila ye.
Hecî Simaîl xêrhatinê li wan dike û bi hev re derbasî hêla tuwalet û lawaboyê dibin.
Şagirt destê xwe diavêje borîyekê, hewl dide wê borîyê veke lê Evdila nahêle, dibêje, "Kuro, ka bisekine; belkî ew borî borîya gû mû be, ecele neke, tu yê me bilewitînî!" lê şagirt lê guhdarî nake û bi ya xwe dike, wê borîye vedike.
Bi vekirina borîyê re Evdila û şagirt di nav gû û mîzê de dimînin, dilewitin.
Û Evdila xwe li şagirt radikişîne û bi ser de diqîre, "Hey min di quzê wê nîyho! Hey dola kîrê min! Hey min ew borî di qûna te û bavê te kiro! Lawê kîrê min! Ma min negot bisekine, veneke? Ev tir bi te re bû, hi ii! Te çima li min guhdarî nekir û kîrê min kir ca xwe!"
Teva wî gûyî xwe li hevdu radikişînin û xwe digihînin hevdu; hevdu didin ber pihên û şîlmaqan...
Wek meseleya "Girêka gû" Hecî Simal li wan dimîne heyirî.
Here wan ji hevdu bike, ew ê gûyê xwe bi wî bidin, ew ê jî bilewite; nere wan ji hevdu neke, ew ê hevdu bikin gû lawê gû, hevdu ji gû jî nermtir bikin.
Di erênayê de dimîne...
Dû re qutîya xwe ya tûtinê ji bêrîka xwe derdixe, li ser tutukan rûdine, cixareya xwe dipêçe, vêdixe û di bin dû û dûmana cixareyê de ji xwe re li şerê wan temaşe dike.
Gotina Dawî
Temîya min li we, dema hdpyîyan û tirkan şer kirin, hûn jî wek Hecî Simaîl tenê ji xwe re li wan temaşe bikin; heger na, ew ê we jî bi xwe re bilewitînin, bihetikînin.