"ziman dil e, yê bi zimanê te bi te re nepeyive, ne ji dil e!.."
got,
"erêê, lê heta min fêhm kir ziman dil e, em yek bi yek mirin!"
got,
"ziman tesîrê li ramanê dike yan raman tesîrê li zimên?"
got,
"ziman xulamê ramanê ye, lê ziman jî her çi dibihîze li ramanê bar dike!.."
got,
"heger raman her tiştî ji bîr bike, ziman ê çi xwelîyê li serê xwe bike?"
got,
"ew ê jîyaneke nuh li ramanê bar bike!"
got,
"felsefe çi ye?"
got,
"here ji zimên bipirse!.."