Gelo çima kurdek hewce dibîne vê gotinê bibêje?
Jixwe heger meriv kurd be, meriv ê bi kurdî bijî; çi xweş çi ne xweş!..
Lê dema kurdek dibêje, "Jîyan bi kurdî xweş e!" ev gotin bi min pir beloq û xav tê,
mixabin!
Haa!
Heger tirkekî,
yan erebekî,
yan farisekî,
yan jî îngilizekî bigota, min ê fêhm bikira,
lê çima kurdek weha dibêje, nizanim.
Hewce ye lêkolîneke sosyolojîk li ser vê mijarê bê kirin.
Û bi min,
ev, yek ji semptom û nîşaneyên kompleksa xwebiçûkdîtinê ye.
Bi kin û kurmancî,
hewce ye em xwe ji vê kompleksê rizgar bikin.
Naxwe...
"Jîyan xweş e, heger meriv xwe di bin kesî re nebîne!"
Mamosteyeke "kurdkokenlî" ji bo nivîsa kurdî ya li ser tabelaya bajarekî kurdan nivîsandîye, tilîya xwe ya navîn nîşan naye û ji kurdan re gotîye, "Ez kîrê we di xwe kim!"
Ê de weleh, kîrên me hemû kurdan têkevin ser hev, ew ê bibe zirkîrek û ew zirkîr ê jî têra te û silsila te bike!
Îja heyran!
Ne sûcê wê dêlegurê ye; lewra ew dêlegur bi eslê xwe ne tirk e jî; bi îhtîmaleke xurt dê an bav an jî her du jî bi eslê xwe kurd in; ji ber ku navê dêlegurê ne Asena ye, Berfû ye.
Şeş heft sal berê, li Unîversîteya Bîlgîyê, di konferanseke zimanî de, piştî axaftina seyda Celîlê Celîl min ji seydayê dilsoz re gotibû, "Berê me digot zarokên me siberoja me ne, lê heger em dêyên kurd bi ruhekî kurdperestî perwerde nekin, sibê zarokên me yê li ser koka me rûnin; lewra zarok di bin baskên dêyên xwe de mezin dibin, perwerde dibin û dû re bi firê dikevin. Hewce ye em dêyên xwe ji jehra dagirkeran biparêzin; loma jî ne zarokên me, dêyên me siberoja me ne!"
Erê, heger em dêyên xwe ji nav lepên dagirkeran ên qirêj rizgar nekin, ne Kemal û Tûran û Asena û Yavûz, Berfû û Baran û Evîn û Dîlan û Egîd û Bêrîvan ê li ser koka me rûnin.
Gotina Dawî
Kurmê darê ne ji darê be, dar narize!