21 Mayıs 2022 Cumartesi

zîhnîyet û birçîyên azadîyê

Weleh xweş bazar e.
Şivan Perwer, ne xwe ji dêrê dike, ne jî xwe ji mizgeftê; dilê wî çawa bixwaze, wê dike...
Geh bi apocîyan re dixwe, geh bi barzanîcîyan re dixwe, lê dixwe naxwe, mixabin têr naxwe.
Nizanim, qey quzê gurê bi Şivan Perwer ve ye; ciwamêr çep jî lê bixe, rast jî lê bixe, kes ranabe jê re nabêje, "pozika sola te jî xwar!"
De qey zeman werê dixwaze; em li pey zemên mane. Em nizanin bi nigê zemên lê bixin.
Kurdistan çar perçe ye, lê li ser her perçeyî kurdîtî perçeperçe bûye!..
Min got, ên îroj belkî nizanibin, lê berê bext hebû.
Bext mir û bêbext li ser text bi bêbextan re rehmetê dixwînin li ser bext!
Heyf!

Ez fêhm nakim, ev dewleta tirk a ji teresîyê wê de bûye zirteres, gelo vê hêz û wêrekî û xwebawerîyê ji çi yan jî ji kê distîne weha destê xwe li sînga xwe dixe û gefan li dewletên Natoyê dixwe?
Hûn ê bibêjin ev jî stratejî ye, heval!
Lê...
Ez di stratejîya we û sed û yek bavên we nim ku hûn dihêlin tirk xwe li ser serê me qure bikin!
Axir!
Rişma dinyayê ketîye destê teres û qeşmeran û mixabin em ji zimanê teresî û qeşmerîyê fêhm nakin!
Qet nebe berê mêr û mêrxas hebûn û wek mêr û mêrxasan li ser şerefa xwe serî datanîn.
Min got, ew jî zemanek bû; mir û çû!

Gotina Dawî
Heger bi vê zîhnîyetê Kurdistan ava bibe jî, kurd ê di bin hişê xwe de tu carî azadîyê tehm neke û ew ê her bindest bin!..
De ka bila ava bibe, heger em kurd azad nebin jî, qet nebe kurdî yê azad bibe û belkî zemanekî kurdên azad jî ji dawa kurdî bikevin!
Min got, meriv nizane çi li pêşîya meriv e!..