5 Mayıs 2022 Perşembe

pehlîwan

Suleyman Soylû û Umît Ozdag li hevdu sor kirin!
Suleyman Soylû çavê girt û devê xwe vekir, çi hat ber devê wî, texsîr nekir, mîna reşaşeyê li Umît Ozdag reşand.
Umît Ozdag jî hevalbendên xwe li dora xwe kom kirin û destê xwe li sînga xwe xist; Suleyman Soylû bêminet kir...
Heger ne derew be û piçika xîretê bi Suleyman Soylû re mabe, sibê seet di yazdehan de Umît Ozdag ê li pêşîya wezareta karên hundirîn li benda Suleyman Soylû be.
Kî berx e, kî beran e, em ê jî gunê xwe bifirkînin û ji xwe re li şerê wan temaşe bikin.
Her du jî tirkperest in, nijadperest in, faşîst in!
Loma jî...
Bila şerê wan jî li gorî kultur û adetên tirkîtîyê be.
Bi haweyê navê anku "yagli guleş"ê herin hev. Jixwe Dewlet Bahçelî jî ji Osmanîyeyê ye û di kultura Osmanîyeyê de jî lixwekirina şelweran heye.
Bila Dewlet axa jî şelwerekî reş bikişîne ser navika xwe, çefîyekê li nava xwe bipêçe û rahije misîneke zeyt. Her cara her du pehlîwanan hevdu alastin û hevdu zuwa kirin, bila Dewlet Bahçelî wî misînê zeytê bi ser wan de bireşîne.
Lê hûn a rast bixwazin, hakimtîya vê guleşê heqê Sedat Peker e...