30 Aralık 2022 Cuma

pele û zaroktîya min

Do, sê seetan, min ji romana nuh tenê sahneyek nivîsand;
sehneyeke erotîk...
Ji bo Ekrem û Nofê têr di hev nin û her weha piştî xwendevan jî bixwînin, herin di hev nin, tam sê seetan min serê xwe bi wê sahneyê re êşand.
Dû re,
piştî ew sahne qedîya, min xwe negirt û berî xwendevanan, ez çûm, min kurmê xwe şikenand.
Ez dijîm û dû re diherim dinivîsînim an ez dinivîsîni û dû re diherim dijîm, 
nizanim(!)

Pele jî bû kulmek hîç û wenda bû ji ber çavan.
Ez negîhaştim dema wî, lê di zaroktîya xwe de min pir bihîst nav û deng û hunerên wî.
Îroj li ser medyaya sosyal ez li vîdeoyekê rast hatim; ji lîska Pele û futbolîstên nuha. 
Ew cambazîya futbolîstên îroj a bi her tevger û hereketa xwe her kes mest û şa dikirin, di dema xwe de Pele hemû ceribandibûn.
Ez kinik û hejar û reşik bûm, lê di futbolê de pir jêhatî û sivik bûm.
Loma jî,
leqabê min Pele bû.
Û mîna brezîlyayîyekî min dida pey wê topê û tobe be ku kesî bikarîya ew top ji nigên min qut bikira; bi topê re dans dikir, lê bêsiûdîya min, li ser axa me ne qîmetê topê hebû, ne jî topa me pê dilîst pere dikir.
Heger dê û bavê min ne Seadet û Cemîl, Rebeka û Robert bûna, dema mijar bibûya futbol û li ser Pele û Maradona û Sokrates û Messî û Ronaldo bihata peyivandin, belkî navê min jî bihata ser zimanan.
Îja...
Ez nebûm futbolîstekî navneteweyî, lê ez bûm Devlikenekî neteweyî.
Poşmanî?
Bi qasî serê misqalê ne poşman im, bi vî halî.

Gotina Dawî