Şaredarê şaredarîya Parîsê di daxuyanîya xwe de gotîye:
"Piştî wê bûyer û trajedîya kambax û biêş, apocîyan bi piştgirî û desteka hin çepgirên fransî yên oportunîst li sikak û kolan û qadên Parîsê agir bi erdê xist; kaos û çalakîyên vandalî zirareke mezin da bajar û bajarîyan. Û ez bawer nakim fransî bi çavekî sempatîk li van talan û çalakîyên vandalî binerin."
Bi kin û kurmancî, ciwamêr gotîye:
"Hûn ne ehmeq in jî, hûn hîn diherin ji ehmeqan re taşerontîyê dikin."
Bi gotineke din xwestîye bibêje:
"Hûn di bin ehmeqan re ne."
Berê aqil ji kîsê xelkê bû, lê nuha aqil ji kîsê vala ye, mixabin.
Li Tirkîyeyê, pirê caran ez bûme şahid, hin çepgir û anarşîstên tirk jî piştevanîya HDPKKyê dikin.
Û hay ji kurdan heye, ev çepgir û anarşîstên bi eslê xwe kemalîst û parêzvanên dewleta xwe ne, dostên kurdan in.
Na.
Ew bi xwe jî baş dizanin HDPKK li dijî Kurdistanê ye, loma piştevanîya wê dikin.
Xwedê giravî ew çepgir û anarşîst li dijî sînoran in lê dema meriv ji wan re dibêje, "ka kerem bikin, pêş ve werin, ewil bi hev re em sînorên heyî (Tirkîye) hilweşînin, dû re em alaya anarşîzmê hildin û li ba bikin" mîna ji par ve kîrek têkeve qûna wan, devê wan ji hev dihere; lewra ne durist in û tenê ji xwe re li ser pişta kurdên bêhiş bi haweyekî romantîk masturbasyona îdeolojîk pêk tînin.
Li Ewrûpayê jî werê ye.
Pirê çepgirên ewrûpî bi çavê anarşîst û sosyalîst li HDPKKyîyan dinerin, lê ew çepgirên ewrûpî yan nizanin yan jî bi qastî xwe li kawiktîyê datînin ku trajedî û kuştina kurdan ne problemeke îdeolojîk e, ji bêdewletîyê ye.
Û divê sosyalîst û anarşîstên kurd vê rastîyê jî piştguh nekin;
her çepgirekî ewrûpî her weha dewleteke wî jî heye û ew dewleta wî wê wêrekî û xwebawerîyê pê re çêdike ku ew jî bi wê wêrekî û xwebawerîyê bi haweyekî romantîk fantezîyan diceribîne.
Bi kin û kurmancî,
Sosyalîst û anarşîstên kurd nanê bêxwe dixwin, tirên şor dikin,
lê sosyalîst û anarşîstên ewrûpî nanê wan jî bixwê ye, tirên wan jî şor in.
Gotina Dawî
Dîasporayeke xurt a kurdistanî hewce ye ji kurdan re û hew.