7 Aralık 2022 Çarşamba

ku


Xwedê giravî dibêjin ji bo xizan dewlemendan nekujin dîn/ol heye/çêbûye/derketîye.
Êê...
Wî çaxî dîn/ol bi destê tucaran çêbûye.
Û jixwe pirê kesan li ser dîn bûne tucar.
Tucareta xeyalî!
Yek xeyalan difiroşe, yek jî xeyalan dikire.
Û yê difiroşe li ser pişta yê dikire fantezîyan diceribîne.

Em ê herin werin li "ku"yê bihilkumin.
"Ku" di kurdî de heye, tune ye?
"Ku" hewce ye, ne hewce ye?
Berpirsîyarîya "ku"yê çi ye?
"Ku" tenê ne "ku" ye!
Ku û ku û ku!..
Hin kes "ku"yê dikin mijara şer û pevçûn û dijminantîyê û agir ji devê wan dihere.
Heyran em ne dijminê "ku"yê ne, berevajî, em dostên "ku"yê ne û em hewl didin barê vê rebenê sivik bikin.
Em nabêjin di kurdî de "ku" tune ye û hîç bi kar neynin; tenê em dibêjin dest navêjin namûsa wê, wê ji qedr nexin.
Bi kin û kurmancî...
Kes ne li dijî "ku"yê ye, tenê em dibêjin ewil baş xwe hînî zimanê xwe bikin, dû re binivîsînin. 
Jixwe meriv bi zimanê xwe bizane, "ku"yê jî cî û hedê xwe bizane.
Lê...
Hûn çi dikin?
Hûn "ku"yê ji nezanî û şaşî û kêmasîyên xwe re dikin mertal û pîne.
"Ez ê herim "ku" ji dersên xwe nemînim "ku" ez di sinifê de nemînim."
Ka bala xwe bidin vê hevoka jor bê rebena "ku"yê çawa hetikîye!
Lê heger meriv baş bi zimanê xwe bizane, ne meriv dihetike, ne jî rebena "ku"yê dihetike.
Loma jî...
"Ku"yê ji ehmeqîya xwe re nekin pîne.
"Ku" heye û em jî cî û hedê wê dizanin, ew jî cî û hedê xwe dizane.
Nizanim bala we kişand? 
Di vê mijara "ku"yê de bêyî (ku) ez xwe û "ku"yê bihetikînim, min zêdeyî deh hevokan li pey hev rêz kirin û ya dilê xwe got. 
Demekî meriv bixwaze, meriv dikare bêyî "ku"yê jî derd û kul û daxwazên xwe bîne ziman.
"Ku" carinan di şûna "heger"ê de tê bikaranîn. Li ser meseleyê:
"Ku berî mirinekê ez deynê xwe bidim, bi qayîla Xwedê ez ê ji xwe re texsîyekê bikirim."
Di şûna "ku"yê de min dikarî "heger" jî bi kar bianîya.
"Ku" carinan ji bo derblêdanê tê bikaranîn. Li ser meseleyê:
"Min sûnda te xwarîye ku ez te zevt bikim, ez ê dev û diranên te têxim kefa destê te."
Wekî din barê "ku"yê giran nekin û wê ji nezanîna xwe ya zimên re nekin pîne.

Gotina Dawî
Di jîyana xwe ya rastîn de hûn tim mecbûr in li ber sîya yekî pal bidin; di jîyana xwe ya edebî de jî hûn destê xwe li ber "ku"yê vedigirin û parsekîyê dikin.