Xwendin, baş e, heta pir baş e,
lê...
têr nake, mixabin.
Çawa ku tenê qerewat nikare hovtî û fahştîya meriv veşêre û meriv nake bajarî,
her weha tenê bi xwendina çend kitêban jî meriv nabe rewşenbîr û şareza û zana.
Îja çi divê?
Karaktereke xurt, lê divê em vê jî ji bîr nekin,
karaktereke xurt jî dana Xwedê ye.
Haa!
Şaş fêhm nekin!..
Li ser meseleyê min got û jixwe di kurmancîya reş de jî Xwedê tenê ne Xwedê ye;
carinan ji bo zelalkirin, şîrovekirin û ravekirina hin mijar û meseleyan qalib e jî.
Xweda ji Xwedê razî be ku pirê caran pîbarê me radibe.
Pîbar anku destek, piştgirî, piştevanî...
Min digot çi?
Karakter!
Karakter pir û pir girîng e, gelî dost û most û postan.
Heger karakter tune be yan jî qels be, di her war û qonaxa jîyanê de meriv nîvçe ye, nêvî ye, nîv e û nîvbûn jî bi xwe re gelek problemên din tîne.
Xwebawerî kêm e.
Sekn û helwest sist û qels e.
Meriv di nav dost û dozan de dike kulmek toz ew bêkarakterî yan jî karaktera nîv û nîvçe û nêvî.
Wek min got,
karaktereke xurt, dana Xwedê ye û heger meriv xwedan karaktereke xurt be, teqîna bombe û roketan bi qasî tesîra patpatkan tesîrê li meriv dike.
Û ya herî girîng,
cesaretê/wêrekîyê li meriv bar dike.
Fransa û Kurd
Nebin benîştê devê dînan. Hişê xwe bidin serê xwe û bi mentiq tev bigerin.
Jixwe ji çaralî ve em dorpêçkirî ne; hewceyî pênc û şeşan nake.
Fransa û fransî ne pûşt û post in, ji dostên xwe re dost in.
Bi fen û fûtên tirko nexapin û bi dewla lawê pîrê nerin "bîr"ê.
Hay ji pûştên bi eyarê mîyê di nav me de digerin, hebin.
Heft çîrokên tirko hene, her heft jî li ser teresîya tirko ye.
Û hevalên teresan jî wek teresan teres in.
Fehîm Işik
Bi qasî dûvê beranekî simbêl li ber bêvila wî ye. Nietzsche çav li simbêlên wî bikeve, ji fedîya dinyayê mabe, ew ê here bi wan simbêlên xwe de bimîze, jê bike û hew simbêlan berdide, radibe wê vandalîzmê diparêze, haho!
De were kirasê xwe neçirîne û serê xwe li bin guhê dîwaran nexe!
Ev jî xwedê giravî rewşenbîr û mewşenbîr û rojnamevan û mojnamevanê wan ê herî jîr û zîrek û nizanim çi ye!..
Îja ka aqil!
Gotina Dawî
Bi wê şikefta Erban a ku Şêx Hadî tê de li ser pîrekan dixwend, ez di şûna Emmanuel Macron de bûma, min ê hemû apocî mîna meriv kefen dike, ew bi wan ala malayên wan bipêçana û ew ji Fransayê celî bikirana.
Îja xelk ji ber xwe fedî dike, mixabin.