Ji kelemên jîjo û sîxuran min merşek çêkir û li ser gola zuwabûyî raxist.
Ji çîyayên hember ka herikî di şûna berfê de.
Pinpinîkan li dora gola miçiqî li ber stranên req û beqan govend gerand.
Pîra nodûnehsalî ya diranketî ji xwe re taximek çêkir ji cercûra sîleha şervanekî nuhbalixbûyî.
Qantir derketin çalakîyê li pêşîya meslexê, ji bo dawî li qetlîama dewaran bê, sloganên stalînîst avêtin.
Çar mirî ji gorê rabûn;
yekî berê xwe da rojhilat,
yekî berê xwe da rojava,
yekî berê xwe da başûr,
yek jî li bakur ma.
Û yê li bakur ma piştî demekê dîsa li gora xwe vegerîya,
xwe di gorê wer kir
û bi destên xwe, xwelî li serê xwe kir,
xwe di bin wê xwelîyê de veşart.
Qîrîn û nalîn bi axê ket û der bû,
ji hawîrdor ve av za.
Gola miçiqî di ser re çû û goristan di bin avê de ma.
Mirî bûn masî û bi ser wê avê ketin.
Şivanê gund şiva xwe li avê xist
û ew mirîyên bûbûn masî û bi ser avê ketibûn ji nişka ve bûn kerîyeke pez û dan dû şivên.
Şivan li ber deng û newayên bilûra xwe pezên xwe bi cizbê xist.
Ji şikefta li sikura gund dengek bilind bû.
Ji heybeta wî dengî însan ker û lal, mişk û tûpişk û mar jî bi ziman bûn.
Pêxemberekî fîstanreş ji şikeftê derket û berjêr daket.
Di ku re derbas dibû, pê li ku dikir, ew der reş dibû
û ji esmên hêkên reş barîya.
Hêk li erdê diketin û ji hundirê wan hêkan mejî dipengizî,
li erdê belav dibû ew mejî.
Zarokek ji dawa dêya xwe ket
û berî devê xwe biavêje pêsîra dêya xwe, bi çarpîkan xwe li wî mejîyê belavbûyî girt.
Zarok bi xwarina wî mejîyî jardadayî bû, ji nişka ve bû hûtekî heftserî.
Û hût em giş dabelihandin.
Ne ez mam.
Ne tu mayî.
Ne jî em, her der reş bû û her tişt bû zirhîçek.