Berî her kesî,
tirk!
Dû re...
Ereb
û misilman
û hemû dîndar; çi elewî, çi xirîstîyan, çi cihû.
Û bêguman hemû komunîst.
Le êzîdî?
Na.
Em kurd deyndarên êzîdîyan in;
lewra bi xêra êzîdîyan em kurdî man.
Û ji zimanê me re bûn mertal, êzîdî!
Xwîna wan ji hebûna me re bû heyvan!
Ruhê me pak û pîrozwer ma û îmana me kamil bû bi wan;
loma jî,
êzîdîtî ne dîn e, heyran;
Êzîdîtî, kurdîtî bi xwe ye.
Di zimanê kurdî de ji bo meriv bibe akademîsîyen û prof û ordunaryus hewceyî dîplomaya PhDyê nake.
Here ser tenûrekê li çend pîrekan guhdarî bike yan jî çend lotikan li sûka sobecîyan biavêje û bi çend esnafan re civatekê bigerîne, dû re bi wî tûrikê xwe yê te çend gotin avêtine binê wî vegere malê, êdî tu doktor î jî, tu doç î jî, tu prof û ordunaryus î jî...
Ka bala xwe bidin vê nîqaş û munaqeşe û mijara li ser twîtterê gerîyaye:
Ordunaryus Prof. Doktor Çîkê Çîko:
"'Yabo'ya toriyan jî ji "ya ebû" ya erebî tê ez dibêm."
Qasim Xelîlî:
"Li gorî zanista etîmoloya te "Fis jî ji tirê tê..." ne wilo? Pekî yadê ji kû tê?"
Ez:
"Erê weleh, tew ji derdê van fahmkoran. Hew maye kurdî jî bikin zaravayeke tirkî/erebî/parsî.
Dema mijar dibe ziman her kes li ser serê me dibe ordunaryus prof!.."
Ordunaryus Prof. Doktor Çîkê Çîko:
"Famkorî ew e hûn vê neteweperestiya erzan dikin û hê fêm nakin ku ziman ji hev peyvan digrin. Ez fikrê xwe dibêjim yê te hebe tu jî bêje."
Ez:
"Rast e. Bi saya mejîyê erzan netewperestî jî erzan bûye, mixabin."
Ordunaryus Çîkê Çîko:
"Maşela mêjî ji te difûre ka tu hinekî bela nakî li me feqîr û jaran!"
Ez:
"Ji jar û feqîr û belengazan re mejî hewce nake."
Min ji mîzaha tirkan hez nekir, nekir û nekir; lê divê ez bextê xwe xera nekim, Levent Kirca û Ferhan Şensoy û Nejat Uygur serketî bûn.
Ji nifşê nuha jî Ata Demîrer ne xerab e, lê qeşmer di bin Cem Yilmaz û Yilmaz Erdogan û Beyazit Ozturk re tune ye.
Şahan Gokbakar û Şafak Sezer jî civaka xwe ya nezan xweş tehlîl kiriye û bi wê mîzaha xwe ya qeşmerî tenê pereyan qezenc dikin.
Wê rojê min li fîlmê Şahan Gokbakar ê dawîn temaşe kir.
Recep Îvedîk-7
Cara ewil e ku Recep li dijî Recep e, lê mîzaha politîk jî ne karê qeşmeran e, mixabin; girêdayî aqil e. Û heger aqil ne taca zêrîn be li ser wî serî, mîzaha wî jî tenê dibe qeşmerî.
Ez bawer im bi "Recep Îvedîk-7" Şahan Gokbakar ji CHPyê namzetîya parlamenterîyê xerentî kir.
Jixwe parlamentoya tirko heta dev tije Recep e, bi Şahan tenê Recebekî din ê li parlamentoyê zêde bibe û hew.
Gotina Dawî
Pêyase ketîye destê qeşmeran lê qeşmerî jî berê huner bû...