5 Ocak 2023 Perşembe

bi dîwêr re dipeyivim

Her kê bi tirkî şîret li we kir, li serê kîrê xwe binivîsînin û guh nedinê, di ser re gav bikin û bimeşin; lo ew ne rewşenbîr, ew lawê Xwedê be jî...
Lawê Xwedê!
Hîn em ji hebûna Xwedê piştrast û serwext nebûne, îja lawê wî jî derket!

Rojê bi nivîsandina çar pênc twîttan, ne kurdî rizgar dibe, ne jî hûn ji xwexapandinê...

Seloyê tu carî terka Selahattinîyê nekirîye, ji bo çi ew ê qîmet bide zimanê Selo?
Derdê Selo ne kurdî ye, lewra Selo ji min û we bêtir dizane ya kurdan dike kurd, kurdî ye;
loma jî, Selo bi hebûna Selahattin şad û bextewar e.

Û heger kurdî mîna sêwîyên ber dîwaran nebe xwedan dewlet
an jî li ser kurdan nebe desthilat û hukumran, bi  herikîna zemên re,
"Her kes wê hesabê xwe bide wicdana xwe. Rast e em gelek asîmîle dibin, emê fîre bidin, kêm bibin, lê emê bimînin. Sibe çi derî li Kurdî vebe em nizanin. Hêvî qûtê me ye; kî hêviya xwe wenda bike, ew mirî ye. Me çi gotibû:“Hoste Necar, razê wek her car, Xweda yek e, dergeh hezar.” 
ewil em ê wek vê nivîsa li jor bi tirkî bifikirin û bi kurdî bipeyivin/binivîsînin,
dû re jî, 
zimanê me yê jî mîna zimanê azerîyan bibe zaravayeke tirkî.
Binerin, şaş fêhm nekin haa!
Wek hinekan ez bi tirkî şîretan li we nakim; jixwe ya ez dikim ne şîret e jî, ez bi dîwêr re dipeyivim.
"Dîwaro min ji te re got, bûkê tu fêhm bikî"
Lê mixabin, ne deng ji dîwêr tê, ne jî bûk bûkên berê ne.
Berê,
bûk ji malan re dibûn stûn, ji zarokan re dibûn per û bask û ji zimên re jî dibûn dê,
lê...
dê jî ji kîsê me çûn êdî; rehma Xwedê lê!..

Gotina Dawî
Ne ji bo sibê û zarokên bê, ji bo xwe bixwazin her hûn çi dixwazin...
Berî her kesî û her tiştî, meriv bi xwe dide qebûlkirin her meriv li pey çi be...
Wek ku Kurdistan heye bijîn, heger hîn sînor ne dîyar bin jî; 
lê nabe hûn xwe ji nirx û hêjayîyên kurdî dûr bixin û xwe bidin hêvîyê Kurdistanê.
Çima?
Heger tu nebî, Kurdistan jî derew e wîî!..