Bêguman,
ji bo me kurdan şert û merc dijwar bûn; ji bo em ji edebîyata xwe re xizmetê bikin, ewil hewce bû em zimanê xwe biparêzin, xizmetê ji zimanê xwe re bikin,
lewra ziman, di nav çar gurên har û devbixwîn de mîna berxikeke ku maka xwe wenda kiribe û di nava tirs û xof û metirsîyê de gêj bûbe, lê hatibû.
Bi salan e, bi saya serê gorbihuşt û hêjayên heyî ev ziman li ser nigan ma
û çendî derb xwaribe jî,
nemir, roj bi roj geştir bû, xurttir bû û êdî xizmetê ji edebîyata xwe re dike.
Ji bo zimanek nemire, li ser nigan bimîne, ji wî zimanî re stargehek hewce ye
û ew stargeh jî dewlet bi xwe ye.
Lê heger neteweya vî zimanî nebûbe xwedan dewlet jî,
bi kêmanî ji bo ev ziman xwe li ser nigan bihêle, hewcedarîya vi zimanî bi derdoreke însanî, ehleqî heye.
Mixabin,
kurdî di nav çar dewletên neînsan û bêehleq de bi salan e xwîna xwe vedixwe.
Îja ez kin lê xim û qut bibirim...
Bi salan e dijmin wezîfeya xwe bi cî anî û hema hema bi ser ket;
heta ku ji destê wan hat kurd ji kurdî dûr xistin, dawîya mayî jî, vîrusek li nav me belav kirin
û êdî bi wê vîrusê em hevdu nexweş dixin û ji ziman dûr dikevin.
Lê...
her tişt wek wan nebû û hesabê serhişkî û girê kurdan nekiribûn.
Axir!..
kurdî nemir,
jîn bû,
lê ji bo jîn bimîne ango jîntir bibe, hewce ye meriv xwe jî jîn bihêle.
Bi qasî kurdên ji ser axa Kurdistanê dûr ketine bi kurdî dinivîsînin, kurdên li ser axa Kurdistanê dijîn, nanivîsînin.
Û bivê nevê ev jî tesîreke neyînî li zimên dike.
Heger meriv ne li ser wê axê be, ne di nav jîyîn û kultura wê axê de be,
bêyî ku meriv bi xwe bihise hêdî hêdî meriv ji ruhê zimanê wê axê jî dûr dikeve.
Çi ye ew ruh?
Deng e...
Derblêdan e...
Qalib e...
Hevoksazî ye...
Daçek û daçeknasî/daçekzanî ye...
Tewang e...
Zayenda peyvan e...
Biwêj e...
Tevn e...
Mentiqa zimên e...
Fikirîna bi kurdî ye...
Hesenê Metê li Ewrûpayê dijî.
Jan Dost li Ewrûpayê dijî.
Firat Cewerî li Ewrûpayê dijî.
Helîm Yusiv li Ewrûpayê dijî.
Û gelekên din...
Ka bala xwe bidin qonaxên nivîskarîya van nivîskaran.
Ji kerema xwe re herin berhemên wan ên bîst sal berê û berhemên wan ên nuha bixwînin û werin wan berheman bidin ber hev bê di van bîstsalan de ziman çi qasî ji xwe dûr ketîye.
Bi min,
ji dêvla sal bi sal xurttir bibin, her ku çûye li xwe kêm kirine;
him di warê zimên de, him jî di warê tevn û hevoksazî û vegotin û hûnandina çîrokê de...
Loma jî...
ez dibêjim, hewce ye şopa meriv ji ser axa meriv qut nebe; çi pir çi hindik, meriv li ser şopa xwe digihêje xwe.
Lê...
heger bê û şop wenda bibe, meriv jî hêdî hêdî bi wê şopê re wenda dibe.
Gotina Dawî
Ez tu carî gazinan ji kesên ji rêzê nakim; her tim ez gazin û rexneyan li zana, xwende, nivîskar, rewşenbîr, hunermend û sîyasetvanan digirim, lewra çê jî xerab jî bi destê wan dibe û belav dibe.
Û kurdên li Ewrûpayê dijîn, dev ji kompleksên xwe berdin. Dema li ser mijarekê nîqaşek qewimî, nekevin pey parastina kurdbûna xwe. Kesî ji we re negotîye hûn ne kurd in an kurdbûna we kêm e.
Û heqê kesî jî tune ye jixwe. Ev daxwaz e, dilxwazî ye, tercîh e.
Kî bixwaze bibe çi, dibe ew û hûn sax!
Bi kin û kurmancî,
kesî negotîye "pozka sola te xwar" heger tu wê xwarbûnê bi haweyekî beloq nexî çavê me.
Gotina Herî Dawî
Hewce nake em xwe li ser serê hev qure bikin. Em hemû çêlkewên hêlînekê ne. Û em dizanin bê çend ta mû bi qûna me û kê ve heye!..