Gotina kesekî ku hîn navdar nebûye
Bîska din spor qedîya û eyb e meriv bibêje bi şofêrtîya xanimê ez hatim malê.
Ne elîtîst im lê piçekî konformîst im û heger min bikarîya di xwe de bigirta bi şev min xew li xwe nediherimand û nediçûm mîzê.
Axir…
Wek hûn jî dizanin piştî sporê divê meriv şûna enerjîya ku çûye dagire,
heger na,
tehba xelef dihere ber telef,
loma jî her û her divê meriv li zik û binzik miqate be.
Wek di hundirê mejîyê Leylê de bim. Nuha xwe bi xwe dibêje, “Heya tu mijarê neynî ser binzik sebra te nayê jixwe”
Ji nû ve axir…
Erê, li ser sifreyê, sênîkek birinc, sênîkek tirşik, çend kufte, zelete û cacîq heye.
Min kefçîyê xwe li tirşikê xist, ew tirşik danî ser birincê û mîna meriv bêrê li bin xercê bixe min kevçîyê xwe li bin birinca bitirşik xist û avêt devê xwe. Min hebekî cût necût min nîvkufteyek jî avêt devê xwe. Di hundirê devê min de hîn hemû aromayên tehman tev li hev nebûbûn min çetelê xwe dawişand zeletê û herî dawî jî bi ser de kevçîyek caciq…
Lê wê caciqê bi çengûrê min girt ez ber bi qonaxên zemên ve firfirandim; wê kêlîyê ez sîh û pênc salan şûn de çûm:
Em di xanîyê xwe yê kevn de ne ku dora wî bi perekêtan, ser wî ax bû.
Bavê min, dêya min û em zarok li dora sifreyê rûniştine, li ser sifreyê zir mesefek cacîq heye û em bi kevçîyan xirpişîne ser mesefê mîna meriv di ser sêla goştê kahrekî de be, bi xezebekê em dixwin, nayê tarîfkirin.
Mixabin!
Îroj…
her tişt heye, lê tehm tune ye.
Doh…
tişt tune bû, lê tiştê heyî jî bitehm bû.
Gotina Dawî
Şaş fêhm nekin,
ez romantîzma kurdbûnê nakim,
ez qala çîroka me ya ku berî em gewî bibin û qûna xwe ji derpî derxin dikim.