29 Haziran 2025 Pazar

bêdengîya şevê û felsefe

Evdilayê ne ji ometa Abdullahan vê êvarê ji nivîseke nivîskar Thomas Bernhard pasajek ji min re şand.
Thomas Bernhard dibêje:
“Ji bo şevên me yên bêxew derbas dibin divê em xwe bi sihûd û şad hîs bikin, lew ew bêxewî teqez meriv ji hêla felsefeyê ve xurt dike anku dihêle meriv bi haweyekî felsefîk li jîn û jîyanê hûr bibe.”
Ev Evdilayê me ji hêlekê ve Abdullahê din ji hêlekê ve, hindik mayê serî li me bibe çîxkofte û em sewsî bibin.
Evdilayê me yê rabe bibêje, “Di şevên bêxew de felsefe bi cizbê dikeve.”
Abdullahê din ê jî rabe ji me re qala judenrat û judenratîzmê bike.
Lê Evdila anku Thomas Bernhard ne şaş e ku qala dîyalektîka şevê, bêxewîyê, bêdengîyê û felsefeyê dike;
ji ber ku enerjîyeke taybet a şevê heye. Û mejîyê meriv bi şev bêtir aîdî meriv e, lew bi şev tenê meriv li xwe guhdarî dike, di bêdengîyê de…
Jixwe pirê nivîskar û hunermend mîna pelçimokan bi şev şîyar in bi roj di xew de ne ku afirînerîya xwe ji bêdengîya şevê werdigirin.
Û hûn qebûl bikin nekin, yek ji wan nivîskar û hunermendan jî ez im.
Ku bi şev tenê dimînim xwe hur û azad hîs dikim û bi wê xezebê dinim mejîyê xwe, mejîyê xwe avis dikim;
carinan berên xurt jê dikevin, carinan jî ber diavêje, lê beravêtin pirê caran ji ber hesasî û qelsîya dil e, mixabin.
Û wek têbinîyekê ev jî got, Evdilayê ne ji ometan Abdullahan. 
Got, “Seyda, tu dizanî mejîyê meriv kengî zelal e? Kêlîya meriv serê xwe datîne ser bahlîfê û hêdî hêdî çav li meriv giran dibin ku êdî meriv ne raketîye ne şîyar e, di wê kêlîyê de mejî pir zelal e. Her weha serê sibehê dema meriv nuh ji xew şîyar dibe. Û dema meriv li tuwaletê rûdine mejî pir zelal e.”
Min got, “Jixwe pirê nivîsên xwe yên blogê ez di tuwaletê de dinivîsînim.”
Û dû re…
Got, “Tê bîra min carekê te ji min re gotibû, ‘Ez di xew de me jî ez şîyar im.’ Wê çaxê zêde bala min nekişandibû vê gotina te, 
lê piştî min ev gotina Thomas Bernhard xwend, rasterast ev gotina te hat bîra min.”
Min got, “Ez jî ne kêmî fîlosofan im lê çi fêde em kurd ji fîlosofan hez nakin; li cem me kurdan qedrê qeşmer û megaloman bêtir e, ezheyran.”
Erê…
lê hevoka dawîn, Evdilayê ne ji ometan Abdullan nebihîst, min di ber xwe de û xwe bi xwe, tenê ji xwe re got.
Axir…

Gotina Dawî
Wek gelek caran nuha jî ez vê nivîsê di tuwaletê de dinivîsînim.