14 Haziran 2025 Cumartesi

pêrew

Kêlîyeke berê min “Pêrew”a Fewzî Bîlge xwend û qedand. 
Çi hevokeke rût û beloq û bêhawe. 
Îja min xwend û qedand…
Ku meriv xwend, bêguman qey meriv ê biqedîne jî, 
lê mixabin,
ne werê/wilo/wisa/halo ye.
Hin pirtûk hene, meriv dike nake naqede; meriv li ser qûna xwe rûdine, nigên xwe diavêjin ser hev û dixwîne, nabe;
meriv bahlîfê dide ber pişta xwe, li ser piştê pal dide û dixwîne, nabe;
meriv di nav nivînan de berê qûna xwe dide yarê û dixwîne, nabe;
meriv li tuwaletê rûdine û dixwîne, nabe; 
nabe nabe nabe…
Axir, 
min xwend û min qedand, lew “Pêrew”ê got nabe tu min jî têxî sinif û kategorîya pirtûkên nîvcomayî.
Erê weleh, xebera “Pêrew”ê ye. Nayê bîra min bê min çend pirtûk di nêvî de hiştine û hew li wan vegerîyame.
Fewzî Bîlgeyê ku pirê kesan ewil wî wek wênesaz dû re wî wek nivîskar nas dikin lê di eslê xwe de nivîskarekî qerase ye- bi min hewce ye em ewil wî wek nivîskar dû re wek wênesaz bibînin- bi “Pêrew”ê meriv di qul û tunelên zemên re derbas dike û berê meriv dide şev û şevbuhêrkên berê.
Axx berê…
Zimanekî herîkbar, tevneke rengîn, şêwazeke maqûl û ya herî bala min kişand bikaranîna biwêj û qalibên kurdî.
Bi vê pirtûkê Fewzî Bîlge ji kurdan re dibêje, “Ziman bi kod û şopên xwe ziman e” û ji bo wan kodan jî mejîyekî kurdî divê;
heger mejî ne bi kurdî be, di nav derûnîya zimên de meriv rê bi ser şopa zimên naxe û meriv wenda dibe, piştî demekê ku meriv li xwe dihilkume anku hayil dibe, êdî meriv ne xwe ye, ji xwebûna xwe dûr ketîye.
Piştî “Pêrew”a Fewzî Bîlge, min xwezîya xwe bi Pêrew anî ku ez Pêrew bûma anku bikarîya bibûma Pêrew, tu jin ê ji nav lepên min nefilitîya.
Axir…