Ka bandoreke çawa li seyda Fewzî bike nizanim, lê ez ê pê bigirim;
ez ê pê bigirim, lew ji ber dilxerabîya jinan û gotegot û paşgotinîya dilnexwazan li derdora min jin min namîne, bi telaq.
Ez dikarim li ser navê xwe jî li ser navê seyda Fewzî jî sûnd bixwim ku doxîna min jî doxîna wî jî ji jinan pê ve li tu kesî venebûye û em her du jî heteroseksuel lawê heteroseksuelan in, lê Xwedê meriv ji bêbextî û bêbextan bisitirîne!
Te dît civak zû bi ser avê dikeve, mixabin.
De îja…
baş e ku çi cara dadigerim cem seyda Fewzî, ez xanimekê jî bi xwe re dibim an na ev civak ê me bike şemo!..
Axir, henek li hêlekê…
îroj jî ez û Dewlet xanimê bi hev re çûn serdana seyda Fewzî.
Me tûrikên xwe vala kirin;
me ne edebîyat hişt, me ne sînema hişt, me ne wêne hişt û me ne jî sîyaset hişt;
bêguman…
carinan me qala namûsa xelkê jî kir û me agirê tenûra xwe xweş û gur kir,
lê ez nikarim ji we re ta bi derzîyê ve kim, tenê ez dikarim ji vê civata me ya rengîn çend dîyalogên balkêş bi wê re par ve bikim ku kêm zêde hûn ê texmîn bikin bê civat çawa gerîyaye.
Ez
-Neecibandina min a sînemaya Tarkovskî nayê mahneya ku Tarkovskî derhênerekî xerab e, tenê ji sînemaya wî hez nakim, terza wî ne li gorî min e, ew qas.
Û dema ez fikr û nerîna xwe ya li ser sînemaya Tarkovskî tînim ziman, ev yek min nake narsîst.
Fewzî Bîlge
-Ez jî ji wêneyên Pablo Pîcasso hez nakim. Li gel ku berhemeke wek Guernîcayê çêkirîye jî kêfa min ji wênesazîya wî re nayê. Û ev yek jî Pablo Pîcasso nake wênesazekî xerab, bêtir ji Van Gogh hez dikim û terz û wênesazîya wî bêtir bala min dikişîne.
Dewlet Serbixwe
-Bêguman, we li ser sînema û wêneyê şîrove kir, ka ez jî bi sîyasetê ve girê bidim.
Li ser meseleyê, dibe Selahattîn Demîrtaş parêzgerekî jîr, sîyasetvanekî jêhatî û kesekî karîzmatîk be, lê kêfa min ji sekn û helwesta wî re nayê.
Gotina Dawî
Kurdîtî xweş e lê bi kurdî…