Di navbera şîzofrenî û narsîzmê de li xwe digerim,
lê ka ez?
Li ku me ez?
Kî me ez?
Gelo dibe bira jî ez şîzofren an narsîstekî tiredîn bim!
Nizanim.
Van rojan min berê qibleyê şaş kirîye, lê jixwe her tim bêdestmêj û li ser axa xwerû nimêj dikim!
Îja nimêj!..
Çawa ku qibleya me ne yek e, nimêja me jî ne yek e, heyran.
Hûn rasterast serî dibin şujdê, ez bermeqlûb dizîfirim li şujdê.
Şujde, sicade; ka îja kîjan a min kîjan a we ye, nizanim.
Jixwe hewce jî nake.
Êdî her tişt çilvirîye ji qewla rehmetîyê bavê min.
Erê rehmetî, erê…
Mêr dimirin, meydan ji wawîk û rêvî û tahjîyan re dibîne, mixabin.
Û ew wawîk û rêvî û tahjî jî pev dikevin ji bo du hestîyan.
Hoo rehmetîyo!
Piştî te hestî jî nema bi destê kesî dikeve
û jin jî êdî wek zemanê we hew diherin milên mêran anku hew milên mêran maçî dikin..
Axx!.. Axx,
ew adet û kultura berê…
Ku mêrekî maqûl dadigerîya malekê, kevanîya wê malê bi hemû esîltîya xwe lê bi haweyekî giran diçû pêşîya wî mêrî, ew mêr pêşwazî dikir û serê xwe nêzîkî milê wî dibir, bi nermî maçî dikir û vedikişîya; mêr jî bi esîltîyeke wek esîltîya wê, di eynê xwe de nedianî û dimeşîya.
Erê… erê…
Lê kê xwar û kê nîyha kerê!
Tew!
Êdî yekî bi serî digire, yek dine rebena kerê.
Axir!
Qûna min li ser kevirê kilozetê qerimî, ji bo du sê niqut mîz û ew jî nehat, mixabin.
Û dîsa axir…
Gotina Dawî
Gelo ez dîn dibim an jixwe ez dînim û hewl didim we jî dîn bikim?
Min go…
Nizanim!