29 Haziran 2025 Pazar

salona sporê û jina serbaz

Jixwe doh bala min kişandibû ser xwe, bêbavê; bi awirên xwe yên birçîarezû şehwet jê difûrîya.
Û ez nêçîrvanê netebitî zû bêhnê hiltînim…
Îroj ez berî wê hatim salonê, hûn a rast bixwazin, çawa min nigê xwe avêt salonê çavên min li wê gerîyan.
Piştî min bi nîvseetekê ew jî hat. 
Tîşortekî spî yê pîqut heya ser navikê û taytekî sorê vekirî lê bûn. Serê memikan ne pir mezin lê ji qidamekê jî ne biçûktir bûn. Di binê taytê wê de felqeyên qûnê dilîrandin, her ku gava xwe diavêt, her felqeyekî bi meqamekî lê dixist. Ser pişta quzê wê bigoşt, her du lêvikên quzê wê di tayt de hilnedihatin. Porê xwe yê qahweyî bi benikekî rengîn mîna terîya kihêlekê girê dabû. Bi texmîna min temenê wê bi ser çelî neketibû, sîh û heyşt, çel…
Di bin çavdêrîya hev de lê bi haweyekî ku em ne li ser bala hev in me spora xwe kir. Çendî carinan em bi ber awirên hev ve biketana jî, me di eynê xwe de nedianî.
Min berî wê spora xwe qedand û hêdî hêdî ber bi dolabên kincguherînê ve çûm. 
Bi qasî bîst deqeyan ji serşokê derneketim, min qûna xwe danî erdê, nigên xwe radan û min xwe da bin ava dûşê. Ew ava dûşê ku mîna baraneke şidîyayî xurt bi ser bedena meriv de dibare, aramîyeke bêpîvan li wê bedena meriv a westîyayî bar dike.
Ez ji serşokê derketim, ez hatim min kincên xwe li xwe kirin, çenteyê xwe avêt nav milên xwe û derketim hêla kafeyê. 
Li ber dîwêr maseyeke vala hebû, berî ez derkevim ber bi malê ve herim min xwest çend deqeyekî ji xwe re li wir rûnim û çûm rûniştim. Piştî sporê ew atmosfera wê kafeyê ya hênik û ji çûyin û hatina însên anku ji surkulasyona însên germ, bi meriv xweş tê.
Hîn du sê deqe derbas bûn nebûn hew min dît ew xanim du qahwe di dest de di ser min re sekinîye.
-Min ji te re jî ji ya xwe anî, lew min nedizanî tu ji çi hez dikî.
Bi bişirîn min qahweya ku ji min re anîbû ji destê wê girt û bi nîvkenekî germ bêyî ku ez wê kerem bikim, çû li miqabilî min li ser qoltixê rûnişt.
-Spas dikim, lê te yê zehmet nekiribûya…
-Noş be!
-Tu îroj piçekî dereng hatî.
-Waa! Demek ez di bin çavdêrîyê de me. Wa ye hayê te ji min jî heye bê kengî têm, kengî diherim.
Lê min texmîn kir bi vê gotin û şêwazê dixwaze berê mijarê bide ku. Bi nermî bişirîm.
-Bêguman tu bala meriv jî dikişînî, tu bandorê jî li meriv dikî. 
-Himm! Spas. Lê divê ez jî li xwe mikur bêm, cara ewil dema min tu dîtî aurayeke te ya balkêş bala min kişand. Erê li vir gelek xortên lihevhatî û çeleng hene lê karîzma tiştekî din e.
Kêlîyekê bi haweyekî bêdeng tenê me li çavên hev nerî.
Piştî kurtesohbetê me qahweya xwe vexwar û em rabûn ser xwe, ber bi derve ve meşîyan.
Li devê derî em sekinîn tam min dikira xatir jê bixwesta, li min nerî, bi bişirîn got:
-Heger tu peya yî, ka ez te bibim. 
Mifteya texsîyê kil kir û kenîya. Ber bi texsîya wê ve em meşîyan, jixwe li pêşîya salonê li miqabilî rê park kiribû. Minîcoppereke sor. 
Me çenteyên xwe avêtin ser qoltixên dawîyê û em jî li pêşîyê rûniştin. Barînî ji texsîyê anî û em bi rê ketin. Di rê de çavên wê li pêşîya wê li rê bûn, lê carinan jî çavên wê bi ya wê nedikirin, ji rê qut dibûn li ser çîpên min digerîyan. Jixwe şort li min bû.
-Çîpên te seksî ne.
Û bû hakehaka wê, kenîya. Wê hakehakê tevzên erojen li ser bedena min çêkir, min hîs kir ku kîrê min jî hêdî hêdî xwe tev dide.
Piştî kêlîyekê ji nişka ve li qiraxa rê sekinî, di ser stuyê xwe re fitilî li min nerî.
-Di rê de te negot ez li ku rûdinim û min jî ji bîr kir ji te bipirsim…
-Em nuha li ku ne?
-Umranîye, li ber derîyê sîteya ku ez lê rûdinim. Ka dakeve, em derkevin jor tiştekî vexwin, dû re ez dikarim te bigihînim malê. Dibe?
Awirên wê yên birçî ku şehwet û arezû jê difûrin ziman li man lal kir, bêyî ku bersivê bidim hêdîka ji texsîyê peya bûm; wek ku ez li benda tiştekî weha bim, bi min jî xweş hat.
Me ji qoltixên dawîyê rahiştin çenteyên xwe û em ber bi derîyê apartmanê ve mejîyan. Ew li pêşîyê ez li pey wê, çavên min li ser ahenga qûnê ne.
Ji derveyî sîteyê ku meriv bala xwe dida sîteyê meriv texmîn dikir dewlemend û gebegebe lê rûdinin. Paqij, bi rêkûpêk û bi aheng…
Derî vekir, em derbasî hundirê apartmanê bûn. Hêdî hêdî bi gavên nazenîn çû li ber asansorê sekinî, pê li bişkoka asansorê kir, asansor hat, em ketin asansorê, derîyê asansorê hat girtin, pê li bişkoka qatê yazdehan kir û em ber bi jor ve bilind bûn.
Çawa asansor bilind bû, bêbavê ji nişka ve êrîşî lêvên min kir û ez bênefes hiştim. Heya asansor negîhaşt qatê yazdehan nesekinî, dev ji min berneda; hew mabû lêvên min bixwe…
Asansor li qatê yazdehan sekinî nesekinî xwe paş ve kişand. Derîyê asansorê vebû û em derketin.
Her qatek ji çar daîreyan pêk dihat. Daîreya wê, wextê meriv ji asansorê derdiket li hêla çepê dima. 
Em ber bi daîreya wê ve meşîyan, li devê derî destê xwe avêt binê çenteyê xwe mifteya derî derxist û pê derî vekir. Bi vekirina derî re ewil ew derbasî hundir bû, dû re ez derbas bûm. Min li pey xwe hêdîka derî girt, sola xwe ji pê kir û sekinîm. Wê jî sola xwe ji pê kir û da pêşîya min, heya dawîya korîdorê em meşîyan û li ber derîyê odeya ku wek salon bi kar dianîn sekinîn û bi destan bi haweyekî kubar ez derbasî hundir kirim.
Ku min gava xwe avêt hundir, çi bibînim! Li dawîya odeyê mêrekî navosere ku temenê wî li dora pêncî û pêncan e li ser nivînan veketîye. Şaş û ecêbmayî mam, çavên min çûn li tepelika serê min sekinîn.
Di ser wî re li dîwêr li hêla çepê wêneyê Mustefa Kemal, li hêla rastê wêneyê wî biunîforma ji dema wî ya leşkerîyê û di nava her du wêneyan de alaya Tirkîyeyê daliqandî bûn.
Wê kêlîyê min nezanî ez ê bertek anku reaksîyoneke çawa nîşan bidim, sar sekinîm. Min li jinê nerî, dû re li mêr…
-Ev, mêrê min e. Ji newqê berjêr pûç e. Serbazekî teqawîtbûyî ye. Di operasyoneke şerî de birîndar bû û ji mecbûrî hat teqawîtkirin. 
Bi serîyan min ew silav kir. Wî jî bi serê xwe silava min li min vegerand. Jinê bi destan cîyê ku ez ê lê rûnim nîşan da û bi kubarî got:
-Li ser nigan nemîne. Kerem bike rûne, ez jî herim ji me re ji bo vexwarinê tiştekî hênik bînim. 
Ber bi derî ve meşîya, berî di derî re derkeve di ser stuyê xwe re li min fitilî.
-Vîskî?
-Dibe.
Ez çûm li miqabilî mêrik li ser qoltixê rûniştim. Ez hîn jî ji wê şokê derneketibûm, loma jî heya jin vegerîya jî peyva min û mêrê wê li hev neket. Jin şûşeya vîskîyê û sê qedeh di dest de ket hundir. Şûşe û qedeh danîn ser sêpê û dîsa bi şûn de vegerîya. Çû ji sarincê qeşa anî û hat vîskî ji me re dagirt, her qedehek du sê serî qeşa avêtin nav û ewil qedeha mêrê xwe bir da destê wî, dû re vegerîya, çû rahişt qedehên me û bi awirên şehwetkar ber bi min ve hat. Qedeha min dirêjî min kir û wê jî xwe bera kêleka min da. Qoltux ji bo du kesan bû, lê ji ber ku qûna bêbavê mezin û gilover bû, hat bi min ve zeliqî. Bêhna parfuma wê tev li bêhna wî tenê wê yê birçî bûbû, wê bêhna têkel ku veguherîbû aromayeke ecêb tevzeke erojen li rehên canê min belav kir. 
Bi nazenînî qûna qedeha xwe li qûna qedeha min xist û qedeh ber bi devê xwe ve bir, vexwar, qedeh bir li nêvî sekinand. Min jî wek wê kir. 
-Hêvî dikim tu aciz nabî!..
-Na na. Pirsgirêk tune ye.
Lê ez hîn jî entegreyî atmosferê nebûme. Nizanim çima lê min ew metirsîya xwe tam ji ser xwe neqewirandîye. 
Bêbavê vîskîya di binê qedehê de mabû jî bi ser xwe dakir û rabû ser xwe ber bi derî ve meşîya. Gîhaşt ber derî, dîsa di ser stuyê xwe re li min fitilî, çavek da min û di derî re derket. Dîsa ez û mêrê wê tenê man. Serê min di ber min de ez li îhtimala bûyerên ku ew ê biqewimin difikirim.
-Tu jî ku yî, ciwamêr?
Bi pirsa wî re min serê xwe ji ber xwe rakir, li hêla wî nerî.
-Ez… ji Mêrdînê me.
Piçekî mirûzê wî daliqîya. Bi xemgînî lê hêdî hêdî serê xwe kil kir. Min texmîn kir çû zemanê berê.
-Sê salên min li wir derbas bûn. Û jixwe li wir jî birîndar bûm, ji mirinê filitîm.
Zimanê min negerîya ku bibêjim “Derbasî be.” Tenê bi serê xwe min gotina wî erê kir. Dû re min destê xwe avêt qedeha ber xwe, hîn min negîhandibû devê xwe, bêbavê bi tena binkirasekî transparan ket hundir.

(Wê dewam bike…)

bêdengîya şevê û felsefe

Evdilayê ne ji ometa Abdullahan vê êvarê ji nivîseke nivîskar Thomas Bernhard pasajek ji min re şand.
Thomas Bernhard dibêje:
“Ji bo şevên me yên bêxew derbas dibin divê em xwe bi sihûd û şad hîs bikin, lew ew bêxewî teqez meriv ji hêla felsefeyê ve xurt dike anku dihêle meriv bi haweyekî felsefîk li jîn û jîyanê hûr bibe.”
Ev Evdilayê me ji hêlekê ve Abdullahê din ji hêlekê ve, hindik mayê serî li me bibe çîxkofte û em sewsî bibin.
Evdilayê me yê rabe bibêje, “Di şevên bêxew de felsefe bi cizbê dikeve.”
Abdullahê din ê jî rabe ji me re qala judenrat û judenratîzmê bike.
Lê Evdila anku Thomas Bernhard ne şaş e ku qala dîyalektîka şevê, bêxewîyê, bêdengîyê û felsefeyê dike;
ji ber ku enerjîyeke taybet a şevê heye. Û mejîyê meriv bi şev bêtir aîdî meriv e, lew bi şev tenê meriv li xwe guhdarî dike, di bêdengîyê de…
Jixwe pirê nivîskar û hunermend mîna pelçimokan bi şev şîyar in bi roj di xew de ne ku afirînerîya xwe ji bêdengîya şevê werdigirin.
Û hûn qebûl bikin nekin, yek ji wan nivîskar û hunermendan jî ez im.
Ku bi şev tenê dimînim xwe hur û azad hîs dikim û bi wê xezebê dinim mejîyê xwe, mejîyê xwe avis dikim;
carinan berên xurt jê dikevin, carinan jî ber diavêje, lê beravêtin pirê caran ji ber hesasî û qelsîya dil e, mixabin.
Û wek têbinîyekê ev jî got, Evdilayê ne ji ometan Abdullahan. 
Got, “Seyda, tu dizanî mejîyê meriv kengî zelal e? Kêlîya meriv serê xwe datîne ser bahlîfê û hêdî hêdî çav li meriv giran dibin ku êdî meriv ne raketîye ne şîyar e, di wê kêlîyê de mejî pir zelal e. Her weha serê sibehê dema meriv nuh ji xew şîyar dibe. Û dema meriv li tuwaletê rûdine mejî pir zelal e.”
Min got, “Jixwe pirê nivîsên xwe yên blogê ez di tuwaletê de dinivîsînim.”
Û dû re…
Got, “Tê bîra min carekê te ji min re gotibû, ‘Ez di xew de me jî ez şîyar im.’ Wê çaxê zêde bala min nekişandibû vê gotina te, 
lê piştî min ev gotina Thomas Bernhard xwend, rasterast ev gotina te hat bîra min.”
Min got, “Ez jî ne kêmî fîlosofan im lê çi fêde em kurd ji fîlosofan hez nakin; li cem me kurdan qedrê qeşmer û megaloman bêtir e, ezheyran.”
Erê…
lê hevoka dawîn, Evdilayê ne ji ometan Abdullan nebihîst, min di ber xwe de û xwe bi xwe, tenê ji xwe re got.
Axir…

Gotina Dawî
Wek gelek caran nuha jî ez vê nivîsê di tuwaletê de dinivîsînim.

27 Haziran 2025 Cuma

zemano

“Emrê me bi kul û derdan bihurî, kul ji kulê derd ji derdê çilvirî.”
Gotina kesekî ku hîn navdar nebûye

Bîska din spor qedîya û eyb e meriv bibêje bi şofêrtîya xanimê ez hatim malê.
Ne elîtîst im lê piçekî konformîst im û heger min bikarîya di xwe de bigirta bi şev min xew li xwe nediherimand û nediçûm mîzê.
Axir…
Wek hûn jî dizanin piştî sporê divê meriv şûna enerjîya ku çûye dagire,
heger na, 
tehba xelef dihere ber telef,
loma jî her û her divê meriv li zik û binzik miqate be.
Wek di hundirê mejîyê Leylê de bim. Nuha xwe bi xwe dibêje, “Heya tu mijarê neynî ser binzik sebra te nayê jixwe”
Ji nû ve axir…
Erê, li ser sifreyê, sênîkek birinc, sênîkek tirşik, çend kufte, zelete û cacîq heye.
Min kefçîyê xwe li tirşikê xist, ew tirşik danî ser birincê û mîna meriv bêrê li bin xercê bixe min kevçîyê xwe li bin birinca bitirşik xist û avêt devê xwe. Min hebekî cût necût min nîvkufteyek jî avêt devê xwe. Di hundirê devê min de hîn hemû aromayên tehman tev li hev nebûbûn min çetelê xwe dawişand zeletê û herî dawî jî bi ser de kevçîyek caciq…
Lê wê caciqê bi çengûrê min girt ez ber bi qonaxên zemên ve firfirandim; wê kêlîyê ez sîh û pênc salan şûn de çûm:
Em di xanîyê xwe yê kevn de ne ku dora wî bi perekêtan, ser wî ax bû.
Bavê min, dêya min û em zarok li dora sifreyê rûniştine, li ser sifreyê zir mesefek cacîq heye û em bi kevçîyan xirpişîne ser mesefê mîna meriv di ser sêla goştê kahrekî de be, bi xezebekê em dixwin, nayê tarîfkirin.
Mixabin!
Îroj…
her tişt heye, lê tehm tune ye.
Doh…
tişt tune bû, lê tiştê heyî jî bitehm bû.

Gotina Dawî
Şaş fêhm nekin, 
ez romantîzma kurdbûnê nakim, 
ez qala çîroka me ya ku berî em gewî bibin û qûna xwe ji derpî derxin dikim.

26 Haziran 2025 Perşembe

tenê kurmancî

Îroj li tiştekî hayil bûm; doh min ji we re gotibû, “Ez herim ji xwe re helbesteke şîzofrenîk binivîsînim” lê yan min xwe ji bîr kirîye, dikim bixurifim yan jî min pê girtîye, ez bi xwe bûme şîzofren.
Di navbera şîzofrenî û narsîzmê de li xwe digerim,
lê ka ez?
Li ku me ez?
Kî me ez?
Gelo dibe bira jî ez şîzofren an narsîstekî tiredîn bim!
Nizanim.
Van rojan min berê qibleyê şaş kirîye, lê jixwe her tim bêdestmêj û li ser axa xwerû nimêj dikim!
Îja nimêj!..
Çawa ku qibleya me ne yek e, nimêja me jî ne yek e, heyran.
Hûn rasterast serî dibin şujdê, ez bermeqlûb dizîfirim li şujdê.
Şujde, sicade; ka îja kîjan a min kîjan a we ye, nizanim.
Jixwe hewce jî nake. 
Êdî her tişt çilvirîye ji qewla rehmetîyê bavê min.
Erê rehmetî, erê…
Mêr dimirin, meydan ji wawîk û rêvî û tahjîyan re dibîne, mixabin.
Û ew wawîk û rêvî û tahjî jî pev dikevin ji bo du hestîyan.
Hoo rehmetîyo!
Piştî te hestî jî nema bi destê kesî dikeve 
û jin jî êdî wek zemanê we hew diherin milên mêran anku hew milên mêran maçî dikin..
Axx!.. Axx,
ew adet û kultura berê…
Ku mêrekî maqûl dadigerîya malekê, kevanîya wê malê bi hemû esîltîya xwe lê bi haweyekî giran diçû pêşîya wî mêrî, ew mêr pêşwazî dikir û serê xwe nêzîkî milê wî dibir, bi nermî maçî dikir û vedikişîya; mêr jî bi esîltîyeke wek esîltîya wê, di eynê xwe de nedianî û dimeşîya.
Erê… erê… 
Lê kê xwar û kê nîyha kerê!
Tew!
Êdî yekî bi serî digire, yek dine rebena kerê.
Axir! 
Qûna min li ser kevirê kilozetê qerimî, ji bo du sê niqut mîz û ew jî nehat, mixabin.
Û dîsa axir…

Gotina Dawî
Gelo ez dîn dibim an jixwe ez dînim û hewl didim we jî dîn bikim?
Min go…
Nizanim!


24 Haziran 2025 Salı

kurteçîrok

Destar û paporeke rehmetîyê kalkê min hebû. Heya dereng jî li ser papora xwe çaya xwe û xwarin marinên sivik çêdikir, bi destar jî dêya min, emojnên min û cîranên me dihatin dahn, bilxur û nîsk dihêran,
lê wî zemanî…
bajar mîna gundekî mezin bû jixwe, xanîyên bi kerpîç û ax û hewşên dorlêkirî, me xanîyên duqato bi tilîyan rê hev dida. 
Bêguman xwedîyên wan xanîyan jî têra xwe fantezî û qure bûn. 
Me ji wan re digot bajarî.
Û bi herikîna zemên re hêdî hêdî ew xanîyên bi kerpîç û ax, ew hewşên dorlêkirî yek bi yek xera bûn, di şûna wan de xanîyên beton û apartmanên mîna qefesan lê bûn.
Dû re…
hew me dît, ne papor maye li şûna me, ne jî destar 
û me xwe qure kir bi jîyana modern bi haweyekî postmodern!.
Axir…

23 Haziran 2025 Pazartesi

serdana fewzî bîlge û metirsîyên fantestîk

Çûyin hatina min a cem seyda Fewzî Bîlge bi vê xezebê dewam bike, hin dilnexwaz dikarin tişt miştinan bi me ve bizeliqînin.
Ka bandoreke çawa li seyda Fewzî bike nizanim, lê ez ê pê bigirim;
ez ê pê bigirim, lew ji ber dilxerabîya jinan û gotegot û paşgotinîya dilnexwazan li derdora min jin min namîne, bi telaq.
Ez dikarim li ser navê xwe jî li ser navê seyda Fewzî jî sûnd bixwim ku doxîna min jî doxîna wî jî ji jinan pê ve li tu kesî venebûye û em her du jî heteroseksuel lawê heteroseksuelan in, lê Xwedê meriv ji bêbextî û bêbextan bisitirîne! 
Te dît civak zû bi ser avê dikeve, mixabin.
De îja…
baş e ku çi cara dadigerim cem seyda Fewzî, ez xanimekê jî bi xwe re dibim an na ev civak ê me bike şemo!..
Axir, henek li hêlekê…
îroj jî ez û Dewlet xanimê bi hev re çûn serdana seyda Fewzî. 
Me tûrikên xwe vala kirin; 
me ne edebîyat hişt, me ne sînema hişt, me ne wêne hişt û me ne jî sîyaset hişt;
bêguman…
carinan me qala namûsa xelkê jî kir û me agirê tenûra xwe xweş û gur kir,
lê ez nikarim ji we re ta bi derzîyê ve kim, tenê ez dikarim ji vê civata me ya rengîn çend dîyalogên balkêş bi wê re par ve bikim ku kêm zêde hûn ê texmîn bikin bê civat çawa gerîyaye.
Ez
-Neecibandina min a sînemaya Tarkovskî nayê mahneya ku Tarkovskî derhênerekî xerab e, tenê ji sînemaya wî hez nakim, terza wî ne li gorî min e, ew qas. 
Û dema ez fikr û nerîna xwe ya li ser sînemaya Tarkovskî tînim ziman, ev yek min nake narsîst.
Fewzî Bîlge
-Ez jî ji wêneyên Pablo Pîcasso hez nakim. Li gel ku berhemeke wek Guernîcayê çêkirîye jî kêfa min ji wênesazîya wî re nayê. Û ev yek jî Pablo Pîcasso nake wênesazekî xerab, bêtir ji Van Gogh hez dikim û terz û wênesazîya wî bêtir bala min dikişîne.
Dewlet Serbixwe
-Bêguman, we li ser sînema û wêneyê şîrove kir, ka ez jî bi sîyasetê ve girê bidim.
Li ser meseleyê, dibe Selahattîn Demîrtaş parêzgerekî jîr, sîyasetvanekî jêhatî û kesekî karîzmatîk be, lê kêfa min ji sekn û helwesta wî re nayê.

Gotina Dawî
Kurdîtî xweş e lê bi kurdî…

21 Haziran 2025 Cumartesi

qudreta serok û quzê gur

Gelo Mazlûm Evdî esrar mesrar kişandîye yan li gorî sîyaset û stratejîya Amerîkayê tev digere?
Heger li gorî sîyaset û stratejîya Amerîkayê çi jê re tê gotin wê dike, pirsgirêk tune ye,
lê na…
heger ji bin fisa serokê xwe dernekeve û nede pey mentiqê, di demeke nêzîk de Amerîka yê çîpên wî li beligoşka guhên wî bixe û ew ê pê bigire. 
Îja ji min gotin, bi kêfa xwe ye!..
Lê tiştê bala min dikişîne û pir û pir bi min ecêb tê, nizanim bingeha vê hêz û qudreta wî ya li ser nezanan ji ku tê! 
Bi gotin û peyv û têgehên ku kes jê fêhm nake bê li ku dixe û di ku re derdixe, zir girseyekê çawa hîpnoze dike.
Hemû sosyolog û psîkolog û psîkîyatrên dinyayê li hev kom bibin, ne bawer im bikarin ji vê nakokî anku paradoksê re çareyekê bibînin.
Balkêş e!
Lê tu kes bi qasî wî bisihûd tune ye. 
Nizanim qey quzê gur pê ve ye, 
lê wer xuyaye ev ne meseleya quzê gur nir e, ji quzê gur wê de quzê şêr, piling, çêlek mêlekan pê ve ye.
Pirtûka E. L. James a bi navê “Pêncî cureyên rengê cûn” tam li vê rewşê tê.
Pêncî cureyên derewan, pêncî cureyên xapandinê, pêncî cureyên megalomanîyê, pêncî cureyên fantezîyan, pêncî cureyên şîzofrenîyê…
lê ciwamêr bi qasî misqalekî li ber çavê girseya xwe reş nabe; girse bi pêncî ton û rengên teqtîkî li pey wî ye.
Axir…

Gotina Dawî
Ji nuha şûn de ku di civatekê de dema mijar bû Apo û apocîtî û dest bi teqtîk û stratejî û têgehên pûç û beradayî kirin, hîç xwe aciz mekin, rabin ser xwe, xatir ji civatê nexwazin û derkevin, herin nav goristanekê guh bidin mirîyan çêtir e.

19 Haziran 2025 Perşembe

kurdistanîbûn

Kurdistanîyo!
Heger axa te di bin şopên dagirkeran de, nalenal be,
heya axa te serbixwe û azad nebe, divê bi zimanê dagirkerên xwe 
tu nepeyivî, 
tu nenivîsînî, 
tu nejî 
û kar û xebatên xwe yên edebî, hunerî, kulturî bi zimanê dagirkerên xwe 
tu nekî.
Wekî din…
belasebeb quretîyên populîst neke û nebêje ez neteweperest im.

Gotina Dawî
Heger tu bi xwe re ne durist bî, jixwe tu yê di nav doza xwe de jî ne durist bî.

18 Haziran 2025 Çarşamba

tav û qûnên bi gû

Tav pîroz e, loma pêşîyên me belasebeb bi tavê sûnd nedixwar.
Û îro tav dide qûnê; 
qûnên bi gû û qûnên ne bi gû kifş dibin.
Lê mixabin,
hîn jî zimanê xwe bi qûnên bi gû dixin xwelîserên terkîmentiq.
De îja…
yên ku meriv bi serê wan sûnd bixwe, aqilê wan ji kîsê xelkê be!
De were safî bike!
Axir…

Gotina Dawî
Go yekî dinîyha kerê yekî jî bi serê kerê girtibû…

16 Haziran 2025 Pazartesi

şer û serdema nû

Israîl li dijî projeya Tirkîyeyê ye,
ji ber ku…
Tirkîye dewleteke fêlbaz û fenbaz û kone ye. Projeya wê projeya tunekirinê ye 
anku derd û daxwaza tirkan ne biratî miratî, aştî maştî ye;
tenê hewl didin kurdan di nav pirika tirkî de bimehînin û wan jî wek xwe bikin netiştek.
Lê ev proje bi kêrî zarên israîlîyan nayê. 
Zarên israîlîyan baş dizanin ku tirk xurt bibin, vediguherin barbar û hovên har;
loma jî…
heya ji israîlîyan tê, hewl didin kurd bi piştgirî û desteka wan bibin xwedan dewlet.
Û bi vê stratejîyê jî ew ê bikarin kontrola rojhilata nêzîk û navîn têxin destê xwe.
Bêguman…
çendî bi rêya Îmraliyê tirk hewl didin wek her car dîsa serî li kurdan bigerînin û wan bixapînin jî, êdî kurd zû bi zû hew bi dewla Apo dadikevin bîrê;
û bîr…
jixwe israîlî jî hewl didin kurd di bîra xwe de li xwe vegerin û bîra xwe zelal bikin;
ku bîr zelal nebe gemar û qirêja nav avê kifş nabe.
Axir…
hêdî hêdî ax li xwedîyê xwe vedigere.

Gotina Dawî
Li rojhilata nêzîk û navîn avabûna Kurdistanê destpêka serdemeke nû ye.
Û di vê serdema nû de, bi xêra kurdan ew ê ji nû ve şaristanî ji vê axê bifûre…

15 Haziran 2025 Pazar

kapitalîzm û rojên sembolîk

Tu carî ez bi ber bayê kapitalîzmê neketim, jixwe ji rewşa min jî dîyar e, hew ez û şiva kîrê xwe ne,
lê ew jî tune bûya min ê çi xwelî li serê xwe bikira?
Ji rojên sembolîk ên bi destê kapitalîzmê çêbûne hîç hez nakim;
çi roja dêyan, çi roja mamosteyan, çi roja dildar û xoşewîstan, çi roja zimanê dê û xaltîk û metikan, nizanim çi roja pirça paş guhê kalikan û nizanim çi û nizanim çi… 
De îja ev ne bes bûn, tew îja rabûn roja bavan jî çêkirin wek zêdayîya ser kezebê.
Axir…
dema ez çav li hin zarokan dikevim- nifşê z ku jê re dibêjim nifşê ziqûm û quzilqurtê- xwe bi xwe dibêjim, “Xwezî kîrê hin bavan tenê ji bo mîzê hebûya…”
Bêguman…
hin bav jî hene ne hêja ne bişkulekê lê zarokên wek zêr ji pişta wan ketine; 
ê loma jî divê meriv li ser heq be û bextê xwe navêje, here hin quza jî maçî bike.

Gotina Dawî
Xwezî kontrolkirina serjimara însên anku nifûsa însên ne hewceyî şer meran bûya, me bi xwe bikarîya şîret li kîrê xwe bikira, 
lê mixabin…
aqilê gelekan di serê kîrê wan de ye û jixwe quz jî tenê direqise.
Axir…

14 Haziran 2025 Cumartesi

pêrew

Kêlîyeke berê min “Pêrew”a Fewzî Bîlge xwend û qedand. 
Çi hevokeke rût û beloq û bêhawe. 
Îja min xwend û qedand…
Ku meriv xwend, bêguman qey meriv ê biqedîne jî, 
lê mixabin,
ne werê/wilo/wisa/halo ye.
Hin pirtûk hene, meriv dike nake naqede; meriv li ser qûna xwe rûdine, nigên xwe diavêjin ser hev û dixwîne, nabe;
meriv bahlîfê dide ber pişta xwe, li ser piştê pal dide û dixwîne, nabe;
meriv di nav nivînan de berê qûna xwe dide yarê û dixwîne, nabe;
meriv li tuwaletê rûdine û dixwîne, nabe; 
nabe nabe nabe…
Axir, 
min xwend û min qedand, lew “Pêrew”ê got nabe tu min jî têxî sinif û kategorîya pirtûkên nîvcomayî.
Erê weleh, xebera “Pêrew”ê ye. Nayê bîra min bê min çend pirtûk di nêvî de hiştine û hew li wan vegerîyame.
Fewzî Bîlgeyê ku pirê kesan ewil wî wek wênesaz dû re wî wek nivîskar nas dikin lê di eslê xwe de nivîskarekî qerase ye- bi min hewce ye em ewil wî wek nivîskar dû re wek wênesaz bibînin- bi “Pêrew”ê meriv di qul û tunelên zemên re derbas dike û berê meriv dide şev û şevbuhêrkên berê.
Axx berê…
Zimanekî herîkbar, tevneke rengîn, şêwazeke maqûl û ya herî bala min kişand bikaranîna biwêj û qalibên kurdî.
Bi vê pirtûkê Fewzî Bîlge ji kurdan re dibêje, “Ziman bi kod û şopên xwe ziman e” û ji bo wan kodan jî mejîyekî kurdî divê;
heger mejî ne bi kurdî be, di nav derûnîya zimên de meriv rê bi ser şopa zimên naxe û meriv wenda dibe, piştî demekê ku meriv li xwe dihilkume anku hayil dibe, êdî meriv ne xwe ye, ji xwebûna xwe dûr ketîye.
Piştî “Pêrew”a Fewzî Bîlge, min xwezîya xwe bi Pêrew anî ku ez Pêrew bûma anku bikarîya bibûma Pêrew, tu jin ê ji nav lepên min nefilitîya.
Axir…


13 Haziran 2025 Cuma

gav bi gav ber bi serxwebûnê ve

Xwedê jî ji tirsa Mosadê hew diwêre serê xwe ji pişt ezmanê heftan derxe û li jêr binere.
Ya star û bêlome be!
Navbera Israîl û Îranê zêdeyî 2300 km ye, lê Israîlê wek meriv ji xwe re derkeve nêçîra kewan, sê serkirdeyên yek ji yekî tirtiretir û gebgebetir di eynî wextî de kuştin, 
Fûzeyên ku di kezeba Îranê de teqîyan, ziravê Tirkîyeyê ketand.
Û peyva “Dinya bi dor e” careke din anî bîra me.
Hoo dagirkerino!
Xezeba we ji tirsa nava we ye û hûn ê bi wê tirsê ziravqetîyayî bibin.
Axir…
Gav bi gav ber bi Kurdistana mezin ve…

Gotina Dawî
Kurdino!
Bi qasî kurdî hûn jî xwe bikin kurd!

12 Haziran 2025 Perşembe

ehlaq û ehmeq û qebhet

Jinerasyonek anku nifşek derketîye, nahêle kîrê me jî li jinan rabe; 
daxwaz û fantezî û arezûya li hemberî jinê wek qebhet û heqaretê dibînin 
û êdî ji tirsa wan em newêrin devê xwe vekin, mîna mêrekî paşverû û serhişk radibin dibêjin, “Ma em jin objeya seksê ne?”
Heyran, 
êdî we ji adetê derxist. 
Kîr bê quz, quz jî bê kîr nabe, xwe digihînin hev û hev temam dikin.
Çawa ku mêr ji bo fantezîyên xwe jinê dike obje- li ser gotina we dibêjim- hûn jî mêr ji xwe û fantezîyên xwe re bikin obje weyy!
Ez bi xwe, ez ê kêfxweş bibim û bi kêfxweşî dikarim ji daxwaz û arezû û fantezîyên we re bibim obje.
Pêşîyên me gotîye:
“Mîh bi nigê xwe, bizin bi nigê xwe.” anku bila kes xwe berpirs û xwedîyê kesî nebîne û xwe nede ber barê kesî.
Jina ku hûn wê wek objeya seksê dinirxînin, kes demançê nade serê wê û bi darê zorê jê re nabêje bi awir û weynekîyên xwe, bi kinc û bêkincîya xwe here bala mêran bikişîne ser xwe. 
Na.
Bi qasî min, bi qasî we aqilê wan jî heye û hur û azad in ku ji nerîna me ya li wan xwe aciz nakin, berevacî vê, bêtir kêfa wan tê.
Axir…

Bi min hewce ye ehlaq xwe nû bike anku ji nû ve xwe çêke, lewra jîyan, bi zanîn û daxwaz û xeyal û fantezîyên îro yên berfireh hew di qalibê îro yê ehlaqî de hiltê.
Li gorî dem û zemên,
çawa ku her tişt diguhere, xwe nû dike anku kiras diguhere; çi zanîn çi nerîn çi fikir çi vîzyon çi kultur çi rengên jîyînê, hewce ye ehlaq jî biguhere, xwe nû bike.
Her sedsal, 
li gorî şert û merc û derfetên jîyanê di esasê xwe de xwedîyê ehlaqekî ye anku ehlaqek çêkirîye, 
loma jî li gorî şert û merc û derfetên îro hewcedarî bi ehlaqekî nû heye; ehlaqê vê sedsala ku me li pey xwe hişt nekare di bin daxwazên nifşê îro de rabe.
Friedrich Nietzsche anku xalê me Nîçe got, “Xwedê mir!” û rê li ber aqil vekir.
Hewce ye yek ji me jî rabe bibêje, “Ehlaq mir!” û sînorên aqil firehtir bikin.

Gotina Dawî
Ne nezanî, ehmeqî qebhet e, lê hezar mixabin hayê ehmeqan ji qebhetê jî tune ye.

11 Haziran 2025 Çarşamba

judenrat

Judenrat!
Serokê sererd û binerd bi stratejîyeke nûgihiştî- jixwe mirîdên wî jî hemû di wê astê de ne- her ji çend salan carekê radibe peyveke seksî li ferheng û lîteratura xwe ya mirîdî zêde dike û şêxtîya xwe seksîtir dike.
Û mirîd jî, 
bi bihîstina vê gotina seksî careke din serwext bûn ku şêxê wan li Marks û Hegel zêde kirîye û qûn li gelek feylesofên din jî çirandîye.
Ji mirîdan re mûcîze hewce ne û peyva “judenrat” jî peyveke têra xwe seksî û mûcîzeyî ye.

Gotina Dawî
Kes bi qasî nezanan zane tune ye, ji ber ku ew bi xwe jî nizanin bê çi nizanin!..

10 Haziran 2025 Salı

sergêjayî

Ez di romantîzma ca we nim!
Ji dêvla hûn ê rabin li ser wan zarokên filistînî hêsirên romantîk bibarînin, herin wê zîhnîyeta qirêj a hovane bikujin ku ew zarok di nav lepên wê zîhnîyetê de nebin milîtanên siberojê.
Heger hûn wê çiravê nexetiminîn, xwîn ê wê çiravê bi we sor bike.

Reîz bi stratejîyeke baqilane him karîzmaya Apo xist bin nigan, him jî ew ensturmana di destê tirkan de ku dilê wan kengî bixwesta apocî dikirin mahne/bahane û êrîşî kurdan dikirin ji destê wan derxist.
Bijî aqilê mezin anku Amerîkayê!

Balkêş e.
Jinên xwe azad û serbixwe û têra xwe marjînal dibînin jî newqê ji min vala dikin û zû bi zû newêrên xwe li nav sînorên min biqewimînin.

Gotina Dawî
Zeman diherike û jîyan mîna rengînîya ser baskên pinpinîkê ye. Guh nedin Elo Welo, li kêfa kîr û quzê xwe binerin.

9 Haziran 2025 Pazartesi

çend gotinên nîvfelsefîk

Hesûdî, dexesî/dixsî, çavnebarî, zikreşî ne nêzîkî hev bin jî ne dûrî hev in, lê dilxerabî tiştekî din e.
Û di têkilîyekê de heger hesta dilxerabîyê miribe, êdî xêr di wê têkilîyê de nemaye.

Li herêma me anku li derdora Mêrdînê, ji bo mêrên bi sihûd/bi şens em dibêjin, “Filankeso quzê gur pê ve ye.”
Lê nizam ji bo jinan çi tê gotin?
Kîrê gur?
“Filankesê kîrê gur pê ve ye.”
Na na bawerî bi miletê me nabe, bi qasî dikarin bibêjin, “Filankesê kîrê gur tê de ye.”
Nebû. Nabe…
Hewce ye em tiştekî din jê re bibînin.
De ka em bifikirin bê heya sibê çi tê hişê me!

Ji girseyeke nexwende ku hîç naxwîne re em radibin xwe aciz dikin, dibêjin, “Ma ev di guhê gê de ne anku di guhê gê de dijîn?”
Heyran!
Dinya biguhere, zeman bide teqleyan, teknolojî û ragîhandin bi çargavî bibezin jî ev girse li ber sîya xwe di xewa bêhişîyê de raketî ne, loma jî kê çi gotîye, çi guherîye, ne li ser bala wan e.
Li du sloganan dinere û jixwe bi du sloganan qible û qiblegeha xwe dîyar dikin.

Jin ecêb û balkêş in.
Him bi cil û bergên xwe, bi awir û tevger û hereketên xwe dek û weynekîyan dikin, qûn û pêsîrên xwe dixin hundirê çavên me, him jî radibin gazinan dikin û dibêjin, “Çima hûn mîna gurên har û birçî li me dinerin?”
Heyran!
Ne şil li we tê, ne jî zuwa!..
Hûn ê rabin ji bo bala mêran bikişînin ser xwe, her jehrê bixwin/bikin- lê ku tu ji wan bipirsî, ne ji bo mêran dikin- dû re ku mêr dilê xwe dibijînin we jî, hûn radibin xwe dînomîno dikin û navê sapiqtî û sût û serserîtîyê bi pey wan dixin.
Biryarê bidin, hûn dixwazin çi bikin anku çi dixwazin?
Bi serê we ku em mêr tune bin, xwe bi xwe hûn ê di hev nin, bêguman hûn jî tune bin em ê xwe bi xwe di hev nin, lê jixwe êdî nîyhandina xwebixwe jî bûye cureyeke ji cureyên fantezîyan.
Axir…

Gotina Dawî
Dilê we çi çawa xwest wê bikin, gunehên we di stuyê min de!..

7 Haziran 2025 Cumartesi

objeya seksê

Jin ecêb in.
Ku mêr çavê xwe bera namûsa keran didin, radibin ji mêran re dibêjin, “Ma ker objeya seksê ye?”
Ku jinek ji bo bala mêran bikişîne ser xwe, nîvtazî û bi awirên têrşehwet lotikan diavêje û mêr qala wê dikin, radibin dibêjin, “Ma jin objeya seksê ne?”
Ka îja hûn ji me re bibêjin, 
em kê yan jî çi ji xwe re bikin objeya seksê û bi xwe xweş bînin?
Heyran,
ji kerema xwe re bi wê nezanî û xwenenasîna xwe, xwe nekin parêzvanê ehlaq û edebê.
Jin e, bi dilê xwe fahîşetîyê dike, hûn radibin ji mêrên ku diherin bi wê jinê re seksê dikin re dibêjin, “Bedena jinê ne kêfgeha we ye.”
Na na, wer xuyaye talîya talî em ê mêr ji derdê we jinan xwe bi xwe di hev nin.
Ya din jî,
seks ne qebhet an tiştekî fehş û genî ye; seks asta herî bilind a nîrvanayê ye û bihêlin kî kê ji xwe re dike obje bila bike.
Û jinino!
Her kî bixwaze ez dikarim xwe ji wê re bikim objeya seksê;
jixwe em ê her du alî jî bibin şirîkên wê zewq û kêfê û şahîyê.
Axir….

Gotina Dawî
Ehlaq firêna fantezîyan e, lê carinan firên diteqe…
  

6 Haziran 2025 Cuma

cejna bêzimanîyê pîroz be

Kurdino!
Serjêkirina qurbanan li we nakeve, lew jixwe bi salan di ber dîn îdeolojî û pêxemberên derewîn de we zar û zêçên xwe kirin qurban û qurbanî,
loma jî…
hey we xêr ji serjêkirin û xwîna zar û zêçên xwe nedît, qe nebe belasebeb gunehên wan pez û dewarên bêziman nexin stuyê xwe. 
Axir…
Cejna we ya qetlîama bêziman pîroz be!

Serokê sererd û binerd ku hayê wî ne ji ser erdê heye ne jî ji bin erdê, rabûye ji bo zimanê kurdî gotinên ji xwe mezintir kirîye, 
lê jixwe…
êdî hingî biçûk e û xwe biçûk xistîye, çi jî bibêje ew ê jê mezintir be û jê mezintir bîmîne.
Axir…
birêz û mirêz serok ku zir naxirek li ber te şujde dibe û tu çi jî bikî li pey te ye, ji pey te venagere, 
ka ji kerema xwe re kerem bike were li koşka Devlikenê Cemîlê Hisênê Îsayê Hesoyê Îsayê Gêncoyê Şêxoyê Mehemê Polêd bibe mêvan 
bê do û pêr û îro di wê koşkê de li ser dîrok û civak û ehlaq û felsefe û ilm û mîzaha wê axê bi wî zimanî çi civat û şevbuhêrk gerîyane/digerin, belkî tu fedî bikî, 
lê heger…
qebhet bi ser fedîyê de nehatibe, haa!
Îja berxê xalê xwe…
ku em dizanin bê bezê guhê xalanên te ji ku ye, ew girava xalanên te li ser navê te tapo kirîye, li te pîroz be û tu hezar xêrî jê bibînî, 
lê tu bi ya min dikî… 
meseleya ku ne meseleya te be anku karê ku ne karê te be bêvila xwe nexe nav, çêtir e
heger na…
jixwe kenê me bi te tê, balo kenê guran bi xwe neyne.
It’s okay?

Gotina Dawî
Vê teqtîk û stratejîyê mejî li me bloke kir, kes nema ji guh û çav û aqilê xwe bawer dike, mixabin!
Nizanim, 
belkî ev terz jî terzeke teqtîksel û stratejîstîksel be…