beqekî li xwe dixist li ser bêzimanîya senfonîya neteweyeke lal
ji wî beqî wê de bi çend gavan
bi allah û allah gunehkarekî xwe ji gunehên xwe dişuşt bi axa sor a ku herimî vediguherand helal
masî bi niqilîskan diketin
heram dibûn ew masî bi allah û allaha wî gunehkarî li qiraxa wê gola ku av tê de genî bûbû mîna berateyeke bêhngiran
wê esirîyê li ser nimêjê xwîn diçû ji bin pîrên porspî ji nû ve balix dibûn bi kişandina her hebeke tizbîya nodûneh û selewatan
û li çoleke bêserûber allah û xwedê û tanri bi holîkan dilîstin bi hev re li bin sîya gunê zarokekî tî û birçî û bêxwedan
ehlaq celî bûbû ûjdan derketibû parsê li ber derîyê dêreke şewitî û perîşan
li ser derîyê wê dêrê bext nivîsandibûn bi tîpên tirkî û erebî û farisî bi xwîna kafiran
bi zimanekî mirî mirîyên goristana bajêr dinalîyan
û xîretê xwe reş girê dabû li ser wî bajarî ji hakehaka zindîyan