5 Şubat 2024 Pazartesi

min go merheba ji we re

Tenêtî, ne quretî ye.
Dema meriv zêde qîmet dide xwe, nayê wê wateyê ku meriv qure ye; 
erê, belkî wek hinekan dora meriv ne şên be, lê meriv xwe ji kesên nehewce jî diparêze.
Loma jî heta ji meriv bê, hewce ye meriv ji kesên pûç û vala dûr bisekine.

Kurd û kurdî…
Berê jî min çend carekî gotibû, lê wer xuya ye hewce ye meriv her ji çendakî dubare bike: lewra bîra me kurdan zû şolî dibe.
Kurd ji bilî karê xwe di her karî de pispor in, mixabin; 
bi taybetî jî dema mijar dibe ziman; “mamoste”yên zimên li ser stuyê hev siwar tên û dibe mamoste mamosteya wan!..
Wê şevê di odeyeke twîtterê de dîsa mijar ziman bû û civat pêl bi pêl li hev diqulipî.
Nizanim li gundê me navê vêya ev e…
Nizanim pîrka min ji filan pincarî re ev digot…
Nizanim xaltîka min dema bin zaroka xwe paqij dikir, ji nerehetîya zaroka navçûyî re nizanim çi digot…
Û û û…
Û bi vî haweyî hewl didan xwe li ser serê hev bikin pispor û zana.
La hewle wela!
Dîyalektîk, bi tez û antîtezan digihêje encamekê, ne bi quretîyên bêbingeh.
Gelî ciwanik û ciwamêran!
Meseleya ziman, ne meseleya pîrka we û xaltîka we û gundê we ye; meseleya ziman, meseleyeke neteweyî ye û ji vê meseleyê re zanîneke zanistî û vîzyoneke têr divê.
Heger şivan şivantîya xwe, qeraş qeraştîya xwe, etar jî etartîya xwe bikin, zimannas û zimanzan ê jî karê xwe bikin.
Zimanzanîn ne we e ku em mîna papaxanan peyvan jiber bikin û bibêjin navê vêya ev e, navê vêya ew e; zimanzanîn ew e ku meriv bi mentiqa wî zimanî bizane û li gorî mentiq û fikirîna wî zimanî hevokan çêke, saz bike.
Loma jî…
Ji bo em kurdî biparêzin, hewce ye em ji mentiq û fikirîna bi kurdî dûr nekevin.
Ji bo vê jî…
Hewce ye em kurd di nava rojê de ji her zimanî bêtir bi zimanê xwe bipeyivin, bixwînin, binivîsînin.

Gotina Dawî
Ziman, man û neman e, lê yên ev slogan ji devê wan nakeve jî derdê wan tenê quretî û populîzm e, mixabin.

Gotina Herî Dawî
Çi zewac, çi flort, çi evînî, hemû rengên têkilîyê dijminê azadîyê ne!
Û tu kes bi qasî heywanan ne azad e!..