3 Ocak 2024 Çarşamba

selahattîn û manîfisto

Ev îroj du roj in Selahattîn Demîrtaş rebê rojevê leqand!
Ji qewla Îrfanê dêrikî, "Agir bi herîyê xist!"
Selahattîn Demîrtaş, li ser mijarên cur bi cur, lê kêm zêde hemû jî bi hev ve têkîldar ango bi hev ve girêdayî gelek gotin kirin.
Wek ku di hundirê dilê Îkram de bim, nuha di bin simbêlan de dimizice û dibêje, "Ma gotin tê gotin an tê kirin?"
Ku mijar ez bim, him dibêjim, him dikim, Îko!(😉)
Axir...
Ez ê ta bi derzîyê ve nekim û bi kitekit hemû gotin û kelamên Selahattîn Demîrtaş wernegerînim û serî li xwe û we negupînim. 
Kêm zêde hûn jî bi qasî min xwelîya vê twîtterê li serê xwe dikin û hayê we ji ser û binê erdê heye.
Ez dizanim nuha bi gotina "ser û bin" hinek ji we di bin simbêlan de dikenin û Ocalanê mezin bi bîr tînin, lê qesta min ne ew be jî, jixwe hêdî hêdî ew ê ber bi wî ve jî here û mijarê wî ber bi xwe ve bikişîne.
Erê, wek min got, ez ê li vir qala hemû gotin û kelamên wî nekim, lê ji nav van gotinan ez dixwazim pasajekê hilbijêrim û em bi hev re hewl bidin şîfreyên vê pasajê deşîfre bikin:
 "Ji min xwestin ez têkevim dewsa Ocalan. Xwestin ji min Ocalanekî biçûk çêkin. Em em in, Ocalan Ocalan e. Hêz û vîzyoneke Ocalan heye ku dikare tesîrê li sîyaseta rojhilata navîn bike. Em jî wek nûnerên sîyasî yê vî miletî li parlamentoyê aktorên çareserîyê ne."
Fermo, ka em dest pê bikin û yek bi yek şîfreyên van hevokan deşîfre bikin:

"Ji min xwestin ez têkevim dewsa Ocalan."
1- Ocalan serokê sererd û binerd e. 
2- Qumaşê min çi ye ez têkevim dewsa wî. Ne ew qalib bi min re heye, ne jî çavê min li qoltixa şêxê min e. 
3- Ma we dîtîye mirîd ketine dewsa şêxan? Na. Mirîd mirîd in, şêx jî şêx. 
4- Divê her kes hedê xwe bizane.

"Xwestin ji min Ocalanekî biçûk çêkin."
1- Ocalan li ku ez li ku ango Ocalan kî ez kî!
2- Ocalan mezin e, ez biçûk im, zarokekî dera hanê me.
3- Strana "mezin Apo bilind Apo, Apê me" belasebeb li ser wî nehatîye çêkirin. Mêro têra xwe mezin e jî bilind e jî. 
4- Heger ew qumaş û potansîyel bi min re hebûya ilhez Seyda Perînçek ê jî li ser min stranek çêkira û bigota, "mezin Silho bilind Silho, Silhoyê me." 
5- Ew mezin e, em hemû biçûk û em hemû diherin destê wî.

"Em em in, Ocalan Ocalan e."
1- Ew yek e, em giş in, lê dîsa jî bi îradeya xwe em naçin qula diranekî wî, loma jî ew îradeya me hemûyan temsîl dike.
2- Em hemû bibin yek jî, em nikarin bibin Ocalan.
3- Xweda yek e, Ocalan yek e û em jî ji kerîyek pez bêtir in.

"Hêz û vîzyoneke Ocalan heye ku dikare tesîrê li sîyaseta rojhilata navîn bike. Em jî wek nûnerên sîyasî yê vî miletî li parlamentoyê aktorên çareserîyê ne."
1- Bila kes me ji hevdu neşo. Em an ew tune ye; em yek in û her yek ji me xwedîyê wezîfeyekê ye.
2- Di vê doza me de ku tozê ji erdê radike, ew aktorekî sîyasî ye, ez jî aktorekî hiqûqî me.
3- Çendî ji min re bibêjin Ocalanê biçûk jî, Ocalan yek e û tu dê/dayik hew dikare mêrxasekî weha bîne dinyayê.
4- Xwedan hêz û qudreteke mezin e. Meriv kîjan kevirî radike Ocalan ji bin derdikeve. Kûr e mîna xiltekî; têkilîyên wî digihêjin Enqereyê jî, digihêjin Şamê jî, digihêjin Tehranê jî.
5-Bijî serok Apo!

Gotina Dawî
We got Selahattîn Demîrtaş bi sekn û helwest û vîzyona xwe dikare ji kurdan re bibe serek û rêber?
Selahattîn Demîrtaş dikare bibe sîyasetvanekî serketî, Selahattîn Demirtaş dikare bibe nivîskar û entelektuelek jî, Selahattîn Demirtaş dikere bibe çepgir û sosyalîstekî yeman jî. Û her weha dikare bibe ewladekî baş, mêrekî hêja, bavekî çê jî, lê Selahattîn Demîrtaş ê tu carî nebe kurdekî neteweperest û kurdperwer û kurdistanxwaz!..