7 Ocak 2024 Pazar

cizb û cizb

Bêguman, mafê te ye tu bi tirkî binivîsînî; te xwestîye, ji dilê te hatîye û te hez kirîye, binivîsîne, lê...
piştî te bi dilê xwe ev tercîh kir û te qelema xwe xist xizmeta zimanê tirkî, ji pêxîla kurdan jî bikeve û kurdîtîyê ji bo quretî, konfor û populîzma xwe jî neke malzeme/alav.
Tu û tirkî li hev pîroz bin!

Carinan hesabê malê û sûkê li hev dernakevin, mixabin.
Pervîn Çakara ku bi konsera xwe ya Kadikoyê kemalîst û apoîst bi cizbê xistibûn û 24 seetan rojev serobinî hev kiribû, piştî bêdengîyeke bêyî dilê xwe, bi kirmanckî/dimilî mewlûd xwend û şêx û sofî û mele bi cizbê xistin.
Xêr û guneh ne di stuyê me de, lê rast derew, dibêjin di rojên pêş de Pervîn xanim ê li mizgefta Sultan Ahmedê konserekê bide û bi dahata/pereyên wê konserê jî ew ê zarokên xizan ên nesunetkirî sunet bike.
De Xwedê Teala kêmanîya wê nede û destê şêx Hadî li pişta wê be, 
Rebbbîî!
Ê heyran!
Xêr xêr e û reklam jî reklam e û ciwanikê jî reklama xwe baş dike, çi bi kurmancî, çi bi kirmanckî, çi bi tirkî...

Ev hûn ji min re nabêjin, Hasîp Kaplan xurifîye yan ew jî mîna Mustafa Sarigul bi qastî xwe li kawikî datîne û dengê xwe digihîne girseyan?
Heger na, ne weha ye, ji kerema xwe re bila hin dost heval an nasên wî xwe bigihîninê û wî ji vê xewa nuhbalixîyê şîyar bike.
Ne komîk e, xwe dihetikîne!..

Xwedê neke, heger bûyerek biqewime û odeyên twîtterê bên girtin, ditirsim derûnî merûnîya hin hevalan li bin guhên hev bikeve û tiştekî bi xwe bikin; 
lewra ew ode êdî bûne qadên raperîn û şoreşê, bûne cîyê afirandina ramanên kûr û dûr. 
Heger feylesof û îdeologên demên berê, îroj sax bûna, ev feylesof û îdeologên odeyên twîtterê ew nedixistin şûna zilaman û jixwe kesî yê jî guh neda fikir û nerîn û îdeolojîyên wan.
Îja...
Rehma Xwedê li wan be ku ji xwe re di bin wê axê de sitirînin.
Euzûbîllah! Ev reben bi şaşî têketana odeyeke twîtterê û dîsa euzûbîllah, Selîm Çurukkaya û Aydin Ronî Dere û Kadîr Amaç di wê odeyê de bûna?
Bi telaq pê girtibûn!
Û hûn sax!..

Gotina Dawî
Şêr şêr e, lê kî şivan, kî pez e!..