1 Kasım 2022 Salı

hemal

Got,
-Me nizanîbû tucar in, heger me bizanîya tucar in, me yê bizanîya ew ê me bifiroşin jî.
Got,
-Erê weleh, hevaltîya bi tucaran re jî, hevrêtîya bi tucaran re jî malxerabî ye, him meriv ji hevaltîyê sar dikin, him jî meriv ji doz û têkoşînê... 
Û Mixabin, kesên em bi wan re rabûn û rûniştin û bi wan re meşîyan jî hemû tucar bûn.

Xweda ji hevalan ne razî be. Hingî lînka hevpeyvîna bi Mucahît Bîlîcî re par ve kirin, ez jî mecbûr mam û a soxî min jî lê guhdarî û temaşe kir.
Di mijara HDPKKê de kêm zêde em wek hev dinerin/difikirin lê ez wek wî ne durû û populîst im. 
Ez kurd im û di pencereya kurdî re li mijar û mesele û bûyeran dinerim û dinirxînim lê ew bi sekn û helwest û pratîka xwe mîna çepgirekî tirkan;
lewra ciwamêr hîn jî netewperestîya kurdan wek qebhetekê dibîne û dihere datîne cem netewperestîya tirkan.
Ka aqil!
Jixwe aqil hebûya, mîna kitêba xwe ya bi navê "Kurd Hemal" ew bi xwe jî nedibû hemal.
Wextê aqilê meriv ji kîsê xelkê be, mesele kûr û dahwe giran dibe.
Mucahîtê me yê li Amerîkaya xopan rûniştîye û lotikên populîst diavêje, bi tirkî qerf û henekên xwe bi netewperestîya kurdan dike.
Li gorî felsefeya vî ciwamêrî, kurdên li Tirkîyeyê û li bakurê Kurdistanê dijîn, bi gewde û bedena xwe kurd in, lê serîyê li ser wê bedenê tirk e; bi gotineke din kurdên bakurê welêt hemalên dewletê ne.
Lê tu?
Hela em bibêjin kurdên li welêt dijîn ji ber şert û mercên sîstema dagirker û asîmilasyonîst û zalim ji mecbûrî bûne hemal, 
lê tu?
Tu çûyî di Amerîkayê re derketîyî 
û kesî demançe naxistîye serê te û bi zorê negotîye ilhez tu yê bi tirkî bipeyivî, binivîsînî, bijî...
Te got çi?
Dengê te nehat min!
Ka bibêje ji kerema xwe re,
tu ji kê re hemaltîyê dikî?
Tu bi kîjan zimanî dijî?
Tu bi kîjan zimanî dinivîsînî?
Berhemên te bi kîjan zimanî ne?
Tirkî tirkî tirkî!..
Êê?
Heger kurdên bakurê welêt hemal bin, tu jî hemalê hemalan î, axe!

Gotina Dawî
Bi qasî xwendeyan mala kurdan xera kir, kesî mala kurdan xera nekir.
Û tucar û populîst di kirasê rewşenbîran de şîretan li rebenên kurdan dikin û li ser keda wan koşk û qonaxan ava dikin.

Gotina Herî Dawî
Serîyê li ser bedenê bar, xwedîyê wê bedenê dike hemal.
Û serê te bi zîhnîyeta tirkî mişt tije ye, hemalo! 
Ma qey dilê te yê bi wê bedenê neşewite gelo?