Ez rabûm min telefonî Beto kir bê ka kêf û ehwalê wî çi ye?
Beto?
Birayê min ê biçûk!
Li Taksîmê, li Intercontinental hotelê dixebite.
Xortekî tenik û dirêj û lihevhatî ye; tolazekî di ser pozê xwe re ye
û tu wî di nav beroşa quzan de bikelînî jî, jê têr nabe.
Mêş bi xwe jî newqê jê vala dikin û newêrin li dora wî bikin pingeping. Bi kin û kurmancî, bi şipîyakî direşîne ser çavê xwe, zalimo.
Ciwamêr bi yekê nayê ser, dudu û sisêyan bi hev re îdare dike.
Xwedê Teela wî ji xezeba feminîstan biparêze!
Li hotelê, dev ji jinan berdin, dema mêr di ber wî re derbas dibin, ji tirsan destê xwe datînin ser qûna xwe û dimeşin. Ne personel/xebatkar, ne jî mêvanên tên li hotelê dimînin, xelasîya wan tune ye; kî bi ber wî keve, efû nake, avê lê venaxwe û xwe lê dixe, di ser re derbas dibe.
Ma nizanim li kê hatîye û di rêya kê de dimeşe!🤔
Axir!..
Min got:
-Beto, tu çawa yî? Tu çi dikî? Bêhn û pêjna te nayê, lo lawo.
Kenîya.
Got:
-Mîna kûçikê ser dêlikan ez jî ji ser yekê xwe diavêjim ser yekê û ez di ber re nagihêm.
Ez jî kenîyam.
Min got:
-Eman ha! Hay ji xwe hebe û kîrê xwe di quzê kesî de ji bîr neke!
Got:
-Bila meriv mejîyê xwe tê de ji bîr neke, kîr hêç e, tişt pê nayê.
Min got:
-Wer nebêje. Ku kîr jê bibe, hew şîn tê. Û dema pêşî jî nexebite, ji mecbûrî meriv paşîyê dixe dewrê!..
Û em her du bi hev re kenîyan. Hîn kenê me nesekinîbû, hew min dî Betoyê min qulipand tirkî, lê tirkîya wî jî entîke ye ha. Dema bi tirkî jî dipeyive, meriv dibêje qey ev xwedênehişt di gobeka Nîşantaşîyê de mezin bûye.
Erê, dest bi axaftina bi tirkî kir. Ji dûr pingeping û vinevina yekî din jî dihat. Min texmîn kir Beto bi wî re dipeyive.
Min jî guhê miç kir...
Tu nabêjî hevalekî wî yê xebatkar di ber wî re derbas dibe û bi haweyekî qerfî/tinazî hawê devê wî dike û ew jî hêrs dibe.
Telefon li ber guhê min, ez li wan guhdarî dikim:
-Hey min di quzê wê nîyho!
Hûn ji Asyaya navîn terqizîn, hatin di vir re derketin.
We ji mêş û kelmêş û kêzikan şorbe çêdikir,
we mar û beq û req dibirajtin û pê zikê xwe têr dikir.
Bi şîrê ker û bergîr û mihînan hûn serxweş diketin, ji ser hişê xwe ve diçûn.
Hûn hatin nav me, bi xêra me hûn terbîye bûn, hûn kedî bûn, hûn ji wê hovtîya xwe xelas bûn. Û tew nuha jî ne eyb û ne fedî tu rabûyî qerf û tinazê xwe bi zimanê min dikî.
Hey hovê Xwedê!
Xwedê kirî em zimanê we jî ji we çêtir dipeyivin û hîn hûn baş bi zimanê xwe jî nizanin.
Dema hûn dipeyivin, dilê meriv ji wê devok û şêwaza we ya qebe û kurmî li hev dikeve, dixele.
Ji dêvla tu yê werî qerf û tinazê xwe bi zimanê min bikî û xwe bikî qurbana min û zimanê min, her sibeh dema tu şîyar bûyî, rabe here berê xwe bide esmanan, her du destên xwe vegire û gilî û gazinan li Xwedê bike, bibêjî te çama ez tirk çêkirim û çêr û xeberan ji wî miletê xwe yê qeşmer û teres re bide, hey hovê Asyaya navîn!
Peyv û gotinên Beto mîna ji devê mîtralyozekê derkevin, bi reqîn diçûn li nav çavê wî tirkî diketin.
Te yê sûnd bixwara kulîyan zimanê wî xwaribû, deng jê dernediket.
Min got:
-Xêr e, Beto? Çi qewimî?
Got:
-Ev kîrquzdêyên tirk, hîn evrîma xwe temam nekirine, veneguherîne nebûne însan, di ser vî halî xwe re dema meriv bi kurdî dipeyive, radibin tên qerf û tinazê xwe bi zimanê meriv dikin.
Hîn baş kela wî nerijîyabû. Dîsa berê xwe da hevalê xwe û gotinên mîtralyozî berdewam kir:
-Çavnûtikên hov! Heger piçek xîret bi we re hebûya, ji ber wê tirkbûna xwe ya hov û teres we hîç devê xwe venedikir û qerf û tinazên xwe bi kesî nedikir. Îja hûn ne ji însanetîyê fêhm dikin, ne jî ji medenîyetê!..
Gotina Dawî
Mesele tenê ne parastina zimên e, mesele karakter e, mesele sekn û helwest e her weha.
Û li ser karaktereke xurt meriv dibe parêzvanê ziman û kultur û hêjayîyên xwe.
Ez kêfxweş û serbilind im ku
min zimanê xwe bi xwişk û birayên xwe da hezkirin, lê ji wê jî muhîmtir dema ez dibînim karaktera wan li pêş e û ji sekn û helwesta xwe nayên xwar.
Gotina Herî Dawî
Li hemberî dagirkerên xwe her tim qure û bixwebawer bin. Li hundirê çavên wan binerin û biçûktî û nezanî û hovtîya wan li nav çavê wan bixin!
Lewra,
ew, bi nirx û hêjayîyên we yên ji we dizîne xwe ji we mezintir, medenîtir, moderntir dibînin.
Ew ne tiştek in, hûn her tişt in!