9 Kasım 2022 Çarşamba

dehê mijdarê

Sibê 10ê Mijdarê ye,
ango salvegera cehemîbûna kurdkujtirk e.
Kurdkujtirk!
Ê ha Kurdkujtirk ha Ataturk heman tişt in.
Û li dîwarên xanîyên kurdên me yên biesl dêrsimî hîn jî Mustafa Kemal bi wan awirên xwe yên zalimane li wan dinere û wan bi teresîya wan dihisîne,
lê...
ka aqil!

Tu elewî yî, ne alîwî!
Derdê te ne sunîtî, şafîtî, henefîtî, şîatî û caferîtî ye; tu ji alî hemûyan ve hatîyî hîçkirin, hey kêmaqil;
lê li dîwarên xanîyên te, li kêleka wêneyên Mustefa Kemal wêneyên Alî û Hesen û Hisên jî hene...
Ew kî ne?
Pismam û zava û birazî û nevîyên Muhamed.
Muhamed pêxemberê misilmanan, lê tu ne misilman î û ji alî misilmanan ve jî hatîyî hîçkirin!
Êê!
Êê û quzilqurt!

Gotina Dawî
Ku meriv xwe nas neke, bêguman meriv ê yar û neyarên xwe jî ji hevdu nas neke.