26 Kasım 2022 Cumartesi

teqtîk û stratejî

Wekhevî û Jin û Mêr
Ne mêrîst im, ne feminîs lê ez ê nehêlim hûn jinan di devê xwe de bikin benîşt.
Mêr ji jinan çêbûne yan jin ji mêran çêbûne, dişibe çîroka hêkê û mirîşkê.
Lê...
Ne jin bi tena serê xwe dikarin mêran çêkin, ne jî mêr bi tena serê xwe dikarin; heger meriv fîşekê najo ber, demançe nateqe.
Axir...
Ne jin, ne jî mêr, jixwe heger xîret û heysîyet hebe, hewce nake yek li jor, yek jî li jêr be!..
Her tim li jor jî, her tim li jêr jî nabe û bêtehm e; jor û jêr bi hev re bitehm e.
Yanî min ev tirêna peyvan ji bo hûn bibin însan û guh nedin wekhevî mekhewîya bi derew û sloganan.
Te dî adet e...
Hey stûşikestino! Xwe bikin însan, da ku jin destê xwe li sînga we nexin û ji we re çîrok û çîrçîrok û çîvanokan nebêjin li ser wekhevîya jin û mêran.
Heger hûn aciz bûn, destê xwe li jinan bilind nekin, tilîya xwe ya navîn di têxin qûna xwe û xwe ji wê stres û acizîyê xelas bikin.

Teqtîk û Stratejî
Berê, dema apocîyan şaşîyek dikir- di esasê xwe de her tiştê wan şaş bû, lê carinan ji nav wan şaşîyan bê hemd tiştekî rast jî derdiket- ku meriv bigota, "Lo lawo, hûn şaş in!" dibezîyan me û digotin, "Teqtîk e heval, teqtîk!" 
Me jî digot de qey bira jî hayê wan ji tiştinan heye û bi haweyekî stratejîk teqtîkan dikin.
Bi salan bi van teqtîkan mejî di serê kesî de nehiştin, civak ker û lal kirin, mîna pez.
Û her sal me got xwezî bi par!..
Îro ro...
Li rojavayê welêt destkeftîyek heye; mîna başûrê welêt ew jî ber bi serxwebûnê ve li xwe digere, lê...
Piroblemek jî heye!
Çendî tehlîlkirina vê problemê ne zor û zehmet be jî, berî her tiştî divê meriv ji dil be û wî tiştî bixwaze.
Wek ku çawa li bakurê welêt apocîtî hincet e ji bo êrişên dewleta dagirker, li rojavayê welêt jî ji bo kurd bi ser nekevin û destkeftîyên heyî jî ji dest derxin, bi heman teqtîk û stratejîyê dîsa apocîtîyê ji xwe re dikin hincet.
Lê teqtîk û stratejîya van hevalan nayê hişê wan, mixabin.
Gelo dibe armanca hebûna wan bi xwe hincet be!
Min go nizanim!
Îja...
Heyran, hûn ji apê xwe hez dikin nakin, hûn wî dikin pêxember nakin pêxember, hûn wî dikin Xweda nakin Xweda, hûn bi kêfa xwe ne û me eleqedar nake, lê heger doza we ne toz e û ji dil can hûn dixwazin kurd bigihêjin armanc û miradê xwe, wek çawa doh û pêr we ji me re qala teqtîk û stratejîyan dikir (heger ne derew bû) nuha jî bi haweyekî teqtîkî û stratejîk wêne û posterên apê xwe hilînin, ala û filamayên rêxistina apê xwe têxin binê sindoqan, veşêrin û kengî we pişt li dijmin şikenand û bi her haweyî hûn bi ser ketin, wî çaxî hûn hez dikin navên xwe û zarokên xwe û nevîyên xwe, hûn hez dikin navên sikak û kuçe û kolan û qadên xwe, hûn hez dikin navên gund û navçe û bajarên xwe hemûyan bikin "APO" û li ber her dibistanekê peykerekî wî çêkin, lê hûn ne ji dil û samîmî ne û kurd û doza Kurdistanê ne xema we ye.
Dinya alem hemû dizanin dewleta tirko apocîtîya we ji xwe re dike hincet û êrişî we dike, lê hûn wê bloka li ser mejîyê xwe ranakin û bimetiq nafikirin, tev nagerin.
Îja ka aqil!
Aqil jî ji kîsê xelkê ye!

Brezîlya û Futbol
Doh maça Brezîlya û Sirbîstanê hebû.
Ma nizanim min ji we re gotibû ez alîgirekî tîma Brezîlyayê me?
Erê...
Hezkirina min a tîma Brezîlyayê hîn ji Pele, Zîko û Sokrates tê û dû re bi Romarîo û Ronaldo û Ronaldînho û Neymar berdewam kir.
Kêfa min ji futbola mekanîk re nayê, di futbolê de jî ez li huner û estetîkê dinerim, loma ji futbola Brezîlyayê hez dikim. Dema dilîzin, him ew zewqê ji lîska xwe distînin, him jî dihêlin meriv zewqê ji lîska wan bistîne.
Û doh di maça Brezîlya û Sirbîstanê de Richarlison golek avêt, lê ji xweşbûna golê me şok derbas kir û bi wê şokê em ker û lal man. Hew me dî li jor dengê çepikan tê; Xwedê formê Brezîlyayê li xwe kiribû, bi olan û qîrîn li çepikan dixist!..

Gotina Dawî
De îja heger amerîkî ji me ne xerabtir bûna, bi haweyekî teqtîkî û stratejîk benda me nediketin û bi hêvîyan mala me xera nedikirin!