27 Kasım 2022 Pazar

ji rojevê çend kelam

Xwedê kirî sinetkirin heye, yan na me yê di xwe nîyha!
Ne ez dibêjim, zanist dibêje; xêr û guneh di stûyê zanistan de be.
Xwedê giravî hemû sir û esrara arezû û şehwetê di bin wî çermikê zêde de veşartî ye.
Dibêjin şêx û mele zêde di ser kîrê xwe de ne. Nizanim, wer dibêjin, 
lê gelo dibe şêx û mele nesinetkirî bin?
Heger rojekê rêya min bi Mêrdîna xopan ket, ez ê destê xwe bidim ser qûna xwe û herim serdana Seyda Birhan; ka bê şêx û mele sinet dibin an nabin, ez ê ji wî bipirsim.

Ev îroj du roj in li Tirkîyeyê şîdet û lêdana li kûçikan di rojevê de ye.
La hewle wela!
De îja tirkên bi qasî pîvazeke xerabe qîmetê însên li cem wan tune ye, radibin li ser heywên girî dikin û hêsiran digindirînin, lê...
Bi telaq hûn ne însan in!
Haa! Heger em kurd li ser heywên bigirîn û hêsiran bigindirînin, heq e, 
lewra pirê caran bav û kalên me ji jinên xwe bêtir qîmet dane keran.
Têr nîyha kera xwe û zîvirî çû bi serê girt û enîya kera xwe maçî kir.
Got,
-Ax ax! Hema te karîbûya kulmek bilxur/savar jî çêbikira...

Li ser twîtterê kerekê, bibore, kurdekê gazin kirîye.
Dê û bavê wê navê wê kiriye "Rojîn" lê wextê xwe bi hevalên xwe dide naskirin, xwe bi navê "Guneş" dide naskirin.
Normal e, ji qewla Hisênkê Omerî. 
Heger meriv bi kurdî nepeyivî, nejîya û bi kurdbûna xwe meriv xwe şad û serbilind hîs nekir, nav Rojîn be çi ye, Guneş be çi ye!..
Ez di bêvila bavê te nim!

Gotina Dawî
Dê û dotê pev çinîn/pev ketin/şer kir, kêmaqilan bawer kir!