Nuha hûn dibêjin ev mêrik dixwaze bi van gotinan me û xwe bigihîne ku derê?
Ya rast tiştekî girîng ê ez serê xwe û we pê re biêşînim tune ye; tenê min xwest ez bi hin gotinên qelew û qure xwe li nav mijarê biqewimîne.
Û di esasê xwe de mijarek jî tune ye.
De were safî bike!
Ji zû de ye ez ranebûbûm min ji xwe spagetîyek çênekiribû.
Bêguman spagetî ji mikarnayê seksîtir xwe li guhê meriv diqewimîne.
Spagetîyê bisucûk!
Ma nizanim îtalîyayî jî spagetîyê bisucûk çêdikin?
Ne her car lê carinan ez li gorî kêfa xwe tiştinan tev li tiştinan dikim.
Haa!
Hûn dikarin bibêjin, "Le ku xweş dernekeve?"
Heyran, di serê mijarê de min pesnê huner û hunermendîyê da jixwe.
Û ez jî, berî ez xwarinekê biceribînim, ez wê xwarinê bi rêya mejîyê xwe di serê xwe de tahm dikim.
Yanî nuansên pir biçûk ne tê de, heta nuha poşmanîyeke meriv têxe nav travmayê nehatîye serê min.
Erê bi wê şaşika serê Mele Birhan, ew spagetîyê bisucûk ê min îro çêkir, tu biçûyayî te danîya ber serê mirîyan, ji bêhna xweşbûna wî spagetîyî, ew mirî yê sax bibûna û serê wan wan rebenan ê li kevirên qebrê biketa.
De bi xêr kengî rojekê rêya we yan jî rêya min bi malên we ket, ez ê vê hunera xwe û hin hunerên xwe yên din jî wek eşantîyon rê we bidim ango nîşanî we bikim.
Axir, togg jî bû markayek û navê xwe li otomobîla tirkan kir.
Toga me bi "g"yek zêde ango bi navê "togg"ê ji tirkan re bû cîyê serfirazî û serbilindayîyê.
Tog, asta herî bilind a jinîtîyê ye di himbêza şevê de.
Lê togga tirkan bira jî tog e!
Mitora wê ya elektrîkê: Bosch (Almanya)
Batarîya wê: Farasis Energy (Çîn)
Entegrasyon: Edag (Almanya)
Sîtemên şaşîyê: Horîba Mira (Îngiltere)
Dîzayna wê ya endustrîyal: Pininfarîna (Îtalya)
Erê weleh toggê tu xweş tog î!
Gotina Dawî
Ez ji togan hez dikim, ne ji toggan!..