7 Kasım 2022 Pazartesi

nan û ehmeqî

Lal Laleş li ser hesabê xwe yê twîtterê ewil bi tirkî nivîsandîye, dû re xwestîye heman hevokê bi kurdî binivîsîne;
lê divê meriv destê xwe deyne ser ûjdanê xwe û bextê xwe neavêje, ciwamêr bi tirkîyeke ripîrast, bêqusûr û pir seksî nivîsandîye; lê wek her car kurdî dîsa mîna zaroka dêmarîyê li ber dîwaran maye.
Ez ê tirkîya wê nenivîsînim, lewra dema ez bi tirkî dinivîsînim, ez xwe hilikîheram hîs dikim, loma jî ez ê kurdîya wê binivîsînim jixwe hûn ê fêhm bikin bê acizîya min ji çi ye.
"Bi hêvîya ku em hev di 12'e Mijdarê de hev li Hezexê bibînin."
Tenê meriv li vê hevokê binere, meriv ê pê derxe ev ciwamêr bi qasî qedrê tirkî û xwendeyên tirkî digire, qedrê kurdî û xwendeyên kurdî nagire.
De îja yên meraq dikin, dikarin biçin li ser twîtterê serîyekî bidin hesabê wî yê twîtterê û bi çavên xwe bibînin bê ev hevoka kurdî ya bi mentiq û hişmendîya "etehyato çawalêhato" hatîye nivîsandin, bi çi tirkîyê xemilandîye.
Heyf!
Lê meriv çi qasî qala sekn û helwestê, karakter û kesayetê, namûs û xîretê bike jî, heger bi xweber poz neşewite, gotin pûç û vala ye.
Loma jî...
Heyfa kurdî ku kurdî zimanê hin kurdan e!..

Serekê sendîqeya hilberînên nên ê Tirkîyeyê li ser ekrana tvyekê got,
"Seba ku li Tirkîyeyê zêde nan tê xwarin, ehmeqî wek şewbê belav bûye û her bûye ehmeq; loma jî ehmeq ehmeqan tînin ser text."
Yanî bi ne bi vê şêwazê be jî, ciwamêr xwest werê bibêje; ya min piçekî devlikenkelogirîk çêbû.
Li min negirin!🙂
Ma qey ne xebera wî ye!
Bi telaq tehlîleke bêqusûr e. Bi xwarina vî nanî nêvîyê milet bûn obeze, nêvîyê din jî bûn gêj û ehmeq.
Ji nebûna vîtamînê mejî di serîyan de bloke bûye.
Û jixwe ji sîyasetbazirganan re jî pez hewce ne.
Ha te nan daye wan, ha te ka daye wan!.. 

Gotina Dawî
Îja heyran pêşîyan belasebeb negotiye, "Kurmê darê ne ji darê be, dar narize!"