lê li paş perdeyê berevacî ye; qedrê Evdila Ocalan ji qedrê Atîlla Ugur bêtir e.
De îja ka kerem bikin bibêjin, kî qehreman e, kî terorîst û xayîn e?
Bi min,
çendî Atîlla Ugur li ser ekranên tvyan êrişî Evdila Ocalan dike û kesayeta wî dixe bin nigan jî,
bi bawerîya min, dema dihere nig wî li hemberî wî jî li ser nigekî disekine.
Di "kûr"ayîya dewletê de kî qehreman e kî terorîst û xayîn e, ne belî ye.
Ji bo hebûna dewletê qehreman jî hewce ne, xayîn jî.
Û ciwamêr bi qehreman û xayînên xwe dewleta xwe li ser nigan dihêlin.
Lê kurd çi dikin?
Ew jî xwelîya xayîn û "qehreman"ên xwe li serê xwe dikin, mixabin.
Kongreya PDKyê ya 14an li ser xêrê be lê çawa em zîhnîyeta bakurê welêt rexne dikin, hewce ye em zîhnîyeta başûrê welêt jî rexne bikin; nabe meriv çavê xwe ji derekê re bigire û ji derekê re veke.
Li ser xêrê be, Mesûd Barzanî dîsa wek serekê partîyê hat hilbijartin û lawê wî Mesrûr û pismamê wî Nêçîrvan jî wek cîgirên wî hatin hilbijartin.
Pirs:
Ma Mesûd Barzanî serektîya PDKyê heq nake?
Belê, wek şîrê dêya wî heqê wî ye.
Pirs:
Mesrûr û Nêçîrvan cîgirîyê heq nakin?
Belê, wek şîrê dêya wan heqê wan e jî.
Lê...
Ma qey nedibû ji dêvla Mesrûr û Nêçîrvan kurdbavekî din an jî kurdjineke din bibûya cîgir?
Ma Mesrûr û Nêçîrvan wek cîgir nehatana hilbijartin, zêrên dawa wan ê biweşîyana?
Jixwe we bi malbat û zurîyet navê xwe di binhişê kurdan de tomar kiriye, qet nebe we yê rê li ber medenîbûn û modernbûn û demokrasîyê vekira û vîzyona xwe xurttir bikira.
Bi pêngaveke werê, ne dost û hevalên we diêşîyan, ne jî kenê dijmin û neyarên we bi we dihat.
De îja ka aqil!
Ev ego ye, têrnexwarî ye, çavnebarî ye yan dinyanedîtî ye?
Rişm û kontrol bila dîsa di destê we de be lê destê xwe deynin ser ûjdanê xwe, bextê xwe neavêjin û wezîfeya kurdistanîbûnê di nav kurdan de bi haweyekî heqane belav bikin.
Bawer bike heger hûn werê bikin, hûn ê lawaz nebin, hûn ê ji text jî nekevin; berevacî vê yekê, ji doh û pêr xurttir hûn ê li ber dilê hemû kurdan mezintir bibin.
Hin kîrquzdê ji me re dibêjin hûn kurd in û xwedê giravî xwe ji me elîttir dihesibînin/dibînin.
Lê...
Ew kîrquzdê nizanin qet nebe em baş dizanin bê em kî ne, em ji ku ne, em ji kê ne...
Û zimanekî me heye, dîrokeke me heye, folkloreke me heye, kultur û jîyîneke me heye, erf û adetên me hene û axa em li ser dijîn, bêhna xwêdana me jê difûre...
Lê hûn?
Hûn xwe tirk dihesibînin lê hûn nizanin bezê paş guhê bavê we ji ku ye!
Hûn nizanin bav û kalên we jî kîrê kê şemitîne û kî di ser dê û pîrikên we re derbas bûne!..
Erê, em kurd in lê berevacî we, çê xerab em xwedan esl û fesl in.
Îja kî elît in kî dola kîrê Felît in, hûn çêtir dizanin.
Gotina Dawî
Bext û text, bila nekevin bin sîya rext!..