Û ev jî cîyê kêfxweşî û bextewarîyê ye ji bo min, çendî hin heval bi dagirkirina Kostantînopolîsê xwe aciz bikin jî...
Hêdî hêdî Konstantînopolîs vedigere ser eslê û resenîya xwe ya berê.
Bi hêvîya salekê berî salekê Konstanînopolîs ji bin desthilatîya zîhnîyeta tirkîst û îslamîst derkeve!..
Berê jî min gotibû û dîsa dibêjim, Silho ne sîyasetvan e, aktivîstekî populîst e.
Loma jî...
Her kî bide pey Silho, bêvila wî ji gû dernakeve û yeka wî yê nebe dudu.
Lewra...
Silho û hevrêyên xwe kurmê darê ne, çendî hin dost û heval bi çavekî romantîk li meseleyê binerin jî, vê rastîyê naguhere.
Erê, huner û edebîyat ji bo hemû civakan hewce ne û biqîmet in; civakên ji alîyê huner û edebîyatê ve qels bin, ew civak tu carî ji kaosê têr nabin, lê...
Erê, lê...
Silho ne hunermend û stranbêj e, radihêje tembûra xwe û bi tembûra xwe derdikeve pêş.
Silho ne nivîskar û edîb e jî, radibe çîrok û çîrçîrok û meselokan dinivîsîne û bi kitêbên xwe derdikeve pêş.
Te navê şoreşgerî û partîzanîyê li xwe kirîye û bi haweyekî populîst tu bi sloganan ji xwe re girseyekê çêdikî, lê ji xêndî şoreşgerî û partîzanîyê tu di nav her aktivîteyê de dilîzî.
Nebû!
Nabe!
Gotina Dawî
Me digot qantir jî bizê, destê rojavayîyan ê li tirko negere lê wer xuya ye êdî tirko ne xema wan e.