2 Temmuz 2025 Çarşamba

xilt û dînîtî

“Lo Misto lo Mistiko
Rebeno dest sistiko
Doza heqê xwe nake
Ber xelkê xwe melis diko
Misto Misto Misto Misto
Derîya derda veneke lo
Ji min re derda lê neke
Were lo lo lo lo Misto”

Erê, rehmetîyê Şivan Perwer wer digot…
Ka îja li ser kîjan Mistoyî gotîye, divê em herin ji Şivan Perwer re bibêjin ku demekê dengê vê axê bû.
Ew jî zemanek bû. 
Hunera wî anku stranên wî hest û hêza welatperwerîyê li kurdan bar dikir ku azadî û serxwebûn jê difûrîya,
lê bêbextan huner û stranên wî ji gelek kurdan re kirin kemîn û ew reben û belengaz di temenên xwe yên herî xweş de ji kîsê ca xwe çûn, mirin!
Me got, “Rehmetî!”
lê rehm li zindîyan jî dibe, li mirîyan jî
û xwezî hin kesan di wext de ruhê xwe teslîm bikira, biçûna û ew rehm bi haweyekî rehmanî bi ser wan de bibarîya.
Îja!..
mesele ne Şivan Perwer e, mesele meseleya xilt e.
Xilt!
Dewleta kûr, kûr lê xist û ji Îmralîyê heya Qendîlê tuneleke kûr kola.
Ji mêj de ye deng û pêjna Mustafa Karasû nedihat;
hin kesan ew kuşt, dua û fatîhe li ser wî xwendin;
hin kesan got dîn bûye kiras mirasê xwe çirandîye û mîna Baba Tahirê Uryan bi çolê ketîye;
hin kesan jî got tobe kirîye, berê xwe daye Mek û Medînê û ji nuha pê ve ew tenê li ser şujdê rûne û tizbîha nodûnehhebî bikişîne.
Lê mixabin…
talîya talî li Îmralîyê deng û pêjna xiltê me hat bihîstin.
Axir…
Dewlet kûr e, Îmrali nûr e, lê dengê defa xweş jî ji dûr e.
Ji qewla Şefîqê Tembûrvan, “Em herinê bavê min?”

Lê moralê min sifir sifir sifir e.
Îro,
xanimekê ji min re peyamek şand. 
Salê du sê caran min û vê xanimê xwe digîhand hev û li ser meseleyên kûr û dûr me rebê hev dileqand, ji qewla binxetîyan.
Pirê caran, 
berê orgazmê anku berî pişta me bihata bi kêlîyekê me mola dida û li ser sîyaset, edebîyat û hunerê em dipeyivîn, me civat digerand; 
piştî me sohbeta xwe bi dawî dikir jî, ji nû ve mîna du maran me xwe li hev digerand, dipêça û em dibûn kulmek xwê, ji şehwetê diherikîn.
Axir…
Di peyama xwe de weha digot:
“Min dil girt, Devliken, lê te kengî bêrîya min kir, derîyê min ji te re vekirîye, lew ji dînîtîya te hez dikim.”
Erê, belkî ne partnerekî dilsoz bim lê ne partnerekî bêkêr im jî; jina ku ketîye jîyana min nikare gazinan bike û bibêje, “Devliken, ez poşman im!”
Divê meriv qedrê kêlîyên şadîyê bizane, 
ji ber ku…
jîyan kin e û temen gindir dibe dihere,
mixabin.

Gotina Dawî
Ji tebayan anku ji ajalan divê meriv xweş xilt û wawîk û sîxuran biparêze!..