Bi xweber dişewitin?
Hinek dişewitînin?
Bêguman her du îhtimal jî mumkun e, lê çendî siruşthez bim jî ji ber fehşitîya tirkên fehş zêde ne xema min e.
Û jixwe ez ne tirkîyeyîparêz im jî…
Ew herêmên dişewitin bêtir cîh û warên dewlemendan in.
Û li Tirkîyeyê jî kêm zêde hûn dizanin kî dewlemend in û çawa dewlemend dibin!
Axir…
li ber wan heywan û teba û ajalên bêziman dikevim; li ber wê rengînîya şênkayî û pincar û nebatan dikevim.
Îja heyran…
heger rehmetîyê apê min Şêxê sax bûya, min ê bigota teqez tilîya wî di şewitandina van daristanan de heye, ji ber ku emr û temenê wî li karên çolê anku li wan daristanan bihurî;
ne Tekirdag hişt, ne Çanakkale hişt, ne jî Aydin, Îzmîr û Balikesîr…
Wext hat xerz di ber xerzê de ew çîyayên tahzî xemiland, wext hat ji bo ew xerz bi hêsanî bêhnê bistînin, ew devî û nebatên bizirar yek bi yek birîn, dora wan xerzikan paqij kir, tevir da.
Bi kin û kurdîya kurmancî,
ew daristanên bi heybet pesnê xwe didin ku navê Şêxê Hecî Hisênê Îsa dibihîzin, radibin bejna xwe li ber wî ditewînin,
lê bawerî jî pê nedihat ha!
Ji bo karê wî bimeşîya dikarîbû mîna anarşîstekî agir jî berda wê ked û tehba xwe…
Îja wek min got,
rehma Xwedê lê be ku mirîye û ji şik û gumanê dûr e.
Gotina Dawî
Heya ev zîhnîyet neşewite, dar ê jî bişewitin, kevir ê jî li ser kevir nemîne, li vî welatî!..
Gotina Herî Dawî
Hêsirên me jî nebûn çare ji wê xezeba we re ku we agir berdida wan çîyayên me û pez û dewar û tarişên me jî di nav de dibijirîn.