îro amadekarîyê dikin ku bi def û zirneyan ji serê çîyayan dakevin berîyan û bibêjin em li we neheq bûn û em poşman in, me efû bikin, gelî birayan!
Êê?
Naxwe yên mirin ku we ji wan re got, “Şehîdên Kurdistanê?”
De bila serê yên mayî sax be. Ew jî ji kîsê ca xwe çûn, mixabin,
lê jixwe bi xwîna van şehîdan şîn û şên bû biratîya gelan, ezheyran!
Encam:
Kulmek ehmekî û ji xwelîya Amarayê telîsek xwelî, ezbenî!
Gotina Dawî
Ku aqilê meriv ji kîsê xelkê be, barê meriv jî mîna barê kerê ye.