-Ha xalo!
-Kerem bike, xwarzê.
-Min go tu ji ticaretê fêhm dikî. Ez hatim tiştekî bi te bişêwirim, lê bila deng nere xalojna min. Xwedê jê razî be peyv tê de nasekine.
-Na na, ne li malê ye. Xêr e, ka bibêje.
-Ez dibêjim berî hinek bifikire û xwe lê rakişîne, ka ez û tu bi şirîkantî serî lê bidin, lê sermîyanekî baş divê. Heger em pez û dewarên xwe bifiroşin temam e.
-Kuro hey min di bêvilê de mîsto, ka ewil bibêje bê çi kar e, dû re em li ser kitekit û teferûatan bipeyivin weyy! Te ez ji qûnê ve guram. Çi ye? Çi kar e?
-Ma weleh bêhna te jî çi teng e. Hela piçekî relaks wîî!
-Kuro, ez rabim ez ê bikutim relaksê jî roleksê jî haa! Allahuekber! Hey dola qantiran! Ku tu li ser mijarekê peyivî, ewil mijarê bide fahmkirin dû re li ser kitekit û detayan tu çi gûyî dixwî bixwe!
-Ho hoo!
-Ho ho û serî!
-Axir xalo, min ê çi bigota… ez dibêjim em serî li fîrmaya Lacosteyê bidin, ka bê şaxekê/şûbeyekê nade me. Bi telaqên bêfitû, piştî daxuyanîya serokê sererd û binerd ku tîşortê Lacoste li xwe kiribû, heger em li bajêr mexazeyekê vekin, di salekê de em ê heqê sê kerî pez qezenc bikin.
-Bi Xwedê tu ji ticaretê fêhm dikî, lê…
-Lê çi?
-Piştî karê me baş bibe ev apocîyên zalim dikarin qeyyûm meyyûmê deynin ser mexazê. Wê çaxê jî tahba xelef ê here ber telef û em ê pê bigirin.